Komkujiyên li Dêrazorê hatin şermezarkirin

Jinan komkujiyên li gundê Dehle û Cidêdet Begara şeremzar kirin û xwestin hesab ji berpirsên komkujiyan bêpirsîn.

Komkujiyên li Dêrazorê hatin şermezarkirin
Komkujiyên li Dêrazorê hatin şermezarkirin
Komkujiyên li Dêrazorê hatin şermezarkirin
Komkujiyên li Dêrazorê hatin şermezarkirin
11 tebax 2024   13:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dehan jin û Kombûna Jinan a Zenûbiya û Hêzên Ewlekariya Hundirîn -Jin, komkujiyên li gundê Dehle û Cidêdet Begara yên bi destê çekdarên Dîfa El Wetenî û yên hikumeta Şamê pêk hatine, şermezar kirin.

Meclisên Kombûna Jinan a Zenûbya li kantonên Reqa, Dêrazor, Minbic û Tebqayê  daxuyaniyek hevbeş da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Hikumeta Şamê ku di dema êrişên çeteyên DAIŞ’ê de gelê herêmê bi kuşt, revandin û koçberkirinê re rû bi rû hiştibû dixwaze herêmê vegerîne bin kontrola xwe. Hêzên vê herêmê di oxira rizgarbûna ji çeteyên DAIŞ’ê bi hezaran şehîd dane."

Di daxuyaniyê de komkujiyên li Dehle û Cidêdet Begar hatin şermezarkirin û hate diyarkirin ku sivîl bi zanabûn hatin hedefkirin. Bang li civata navneteweyî  hat kirin ku hesabê ji êrişkeran bipirse.

Di daxuyaniyê de hate got: "Em dê bi hemû hêzên xwe, bi hevgirtin û yekitiya xwe ewlehiya herêmên xwe mîsoger bikin. Em dê bi yekrêzê de li hemberî tevahî gef û xetereyan bisekinin. Em dê nehêlin destên xirab bi herêmên me bilîzin. Em ê destkeftiyên şoreşa xwe ku bi saya xwîna bi deh hezaran şehîdan hatine bidestxistin, biparêzin."

Piştî xwendina daxuyaniyê dirûşmên "Bijî xwişk û biratiya gelan" û "Na ji qetilkirina sivîlan re" hatin berzkirin.

Bi heman armancên Mecilsa Jinan a Sûriyeyê daxuyayniyek da. Daxuyanî li bajarê Reqayê bi amadebûna endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya û Meclisa Idlib El Xedra hat xwendin.

Endama Meclisa Jinan a Sûriyeyê Hîba Mihemed ku daxuyanî xwend diyar kir ku armanc ji êrişên li ser Dêrazorê derxistina nakokiyan di navbera gelên herêmê û têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e. Di serî de jin û rûspî bang kir ku ji êrişan hişyar bikin û pê nayên xapandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, aloziya Sûriyeyê tenê bi rêya diyalogên navxweyî pêkan e.

(şx)

ANHA

Reqa

Minbic

Tebqa