Konferansa 5'emîn a TEV-DEM'ê bi hilbijartineke hevserokatiyeke nû bi dawî bû

TEV-DEM'ê konferansa xwe ya 5'emîn hilbijartina hevserokatiyeke nû û dayîna encamnameyekê bi dawî kir.

Konferansa 5'emîn a TEV-DEM'ê bi hilbijartineke hevserokatiyeke nû bi dawî bû
Konferansa 5'emîn a TEV-DEM'ê bi hilbijartineke hevserokatiyeke nû bi dawî bû
Konferansa 5'emîn a TEV-DEM'ê bi hilbijartineke hevserokatiyeke nû bi dawî bû
Konferansa 5'emîn a TEV-DEM'ê bi hilbijartineke hevserokatiyeke nû bi dawî bû
11 tebax 2024   22:44
HESEKÊ

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) konferansa xwe ya 5'emîn bi dirûşma "Rêxistinên civaka demokratîk misogeriya azadî, edalet û wekheviyê ne" li bajarê Hesekê bi beşdariya 500 endamên saziyên sivîl, tevgerên siyasî û rêxistinên civakî li dar xist.

Di konferansê de rapora salê ya tevgerê, perspektîfên siyaseta nîştimanî û rêzikname hatin xwendin. Her wiha rêzikname hat nîqaşkirin û hin guhartin hatin çêkirin.

Di konferansê de Ebduselam Mehmûd û Remziye Mihemed wek hevserokên nû yên tevgerê hatin hilbijartin û endametiya 100 kesan ji bo Meclisa Giştî hat pejirandin.

Hevseroketiyê û endamên nû soza domandina têkoşînê û şopa şehîdan ji bo pêkanîna armancên şehîdan, nû kir û sond xwar.

Di dawiya konferansê de encamnameyek hat dayîn û wiha ye:

- Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan di serê xebatên pêşîn û berpirsiyariya tevgerê be.

- Destekdayîna pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd.

- Destekdayîna qada perwerdeyê ya yekitî û rêxistinên civaka demokratîk di çarçoveya parastina cewherî de.

- Xurtkirina sazûmaniya rêxistinên civaka demokratîk û pêkanîna têkiliyên dîplomasî bi rêxistin û saziyên sivîl re li ser asta herêmî û navneteweyî.

- Avakirina meclisa jinan di sazûmaniya rêxistinî ya tevgerê de.

- Teqezî li ser girîngiya rola ciwanan di rêxistinên civaka demokratîk de bi rêya rêxistin û perwerdeyê.

- Tevlêkirina hemû yekitiyan li komînan ji bo pêşxistina asta rêxistinî û xizmetguzarî ya komînan.

- Girîngîdayîna lidarxistina kongreya nîştimanî ya Kurdistanî di vê qonaxa hestiyar de.

- Xebitîna ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî û misogerkirina vegera ewle ya koçberan.

(mh)