Ji gerîlayan çalakiyên silavkirina 15'ê Tebaxê: 9 dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi wesîleya salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê çalakî lidar xistin. Di çalakiyan de 9 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

Ji gerîlayan çalakiyên silavkirina 15'ê Tebaxê: 9 dagirker hatin cezakirin
11 tebax 2024   13:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li Herêma Metînayê;

8’ê Tebaxê saet di 15.15'an de li Qada Berxwedanê ya Golkayê bi çekên nîv otomatîk li kepçeyeke dagirkeran hate xistin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

9’ê Tebaxê saet di 09.30'î de li Qada Berxwedanê ya Golkayê bi çekên nîv otomatîk li kepçeyeke dagirkeran hate xistin, liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

9’ê Tebaxê saet di 15.30'î de li Qada Berxwedanê ya Golkayê bi çekên giran 3 caran li kepçeyeke dagirkeran hate xistin. Di encama van çalakiyan de derb li kepçeyê ket, liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin û dagirker neçar man bi astekê xwe vekişînin.

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

9’ê Tebaxê saet di 01.58'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

9’ê Tebaxê saet di 06.30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

10’ê Tebaxê saet di 02.50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.

10’ê Tebaxê saet di 09.00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkrean hate xistin ku berê xwe dabûn tunelên şer. Piştî destwerdana hêzên me, dagirker neçar man bi astekê xwe vekişînin.

10’ê Tebaxê saet di 09.00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

7’ê Tebaxê saet di 16.30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar bi sekvaniyê 2 caran li dagirkeran hate xistin. Di encama çalakiyan de 2 dagirker hatin cezakirin.

9’ê Tebaxê saet di 15.00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

10’ê Tebaxê saet di 00.20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar hêzên me dest li helîkopteran werdan.

10’ê Tebaxê saet di 03.20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar li dagirkerên hatin kontrolkirin bi sûîqestê derb lê hate xistin. Di encama çalakiyan de 3 dagirker hatin cezakirin. Piştre saet di 11.00 de li hemberî dagirkerên ku bi dedektorê cihê çalakiyê kontrol dikirin bi sekvaniyê çalakî hate kirin, dagirkerek hate cezakirin, derb li dedektorekê hate xistin. Dagirkerên dixwestin dest li qada çalakiyê werbidin, bûn hedefa çalakiyên sekvaniyê û di encamê de dagirkerek hate cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû. Dagirkerekî ku dixwest êvarê bikeve nava liv û tevgerê bi sekvaniyê hate cezakirin. Di van çalakiyan de ku ji bo silavkirina Pêngava 15'ê Tebaxê hatin kirin 6 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû, derb li dedektorekê hate xistin.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

10’ê Tebaxê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

10’ê Tebaxê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

8 û 10'ê Tebaxê li herêma Xakurkê qadên Girê Şehîd Hêmîn, Şehîd Şerîf, Berbizinê, Sinînê, Lolanê 12 caran, li herêma Garê qadên Dêreşê, Girê Zengilê, Girê Kun, Zêvkê, Şiyê, Girê, Deriyê Hirçê 10 caran, li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Bahar, Girê FM'ê 5 caran, li herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Bêşîlî carekê; bi giştî 28 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

8, 10 û 11’ê Tebaxê li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Bahar û li herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin."