Xelkê Dêrazorê êriş şermezar kirin

Xelkê kantona Dêrazorê êrişên li dijî wan şermezar kirin û got: "Sûcên çekdarên koma Dîfa El Wetenî û komên din ên hikumeta Şamê ji qetilkirin û topbarankirinê dikin, bi armanca derxistina fitneyan û têkbirina îstîqrara kantonê ye."

Xelkê Dêrazorê êriş şermezar kirin
Xelkê Dêrazorê êriş şermezar kirin
Xelkê Dêrazorê êriş şermezar kirin
Xelkê Dêrazorê êriş şermezar kirin
Xelkê Dêrazorê êriş şermezar kirin
Xelkê Dêrazorê êriş şermezar kirin
Xelkê Dêrazorê êriş şermezar kirin
Xelkê Dêrazorê êriş şermezar kirin
Xelkê Dêrazorê êriş şermezar kirin
Xelkê Dêrazorê êriş şermezar kirin
Xelkê Dêrazorê êriş şermezar kirin
Xelkê Dêrazorê êriş şermezar kirin
Xelkê Dêrazorê êriş şermezar kirin
11 tebax 2024   16:46
DÊRAZOR

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Dêrazorê ji bo şermezarkirina êrişên çekdarên koma Dîfa El Wetenî û komên din ên hikumeta Şamê li dijî gundewarê rojhilatê kantonê bi meşek li dar xist.

Meş ji pêş avahiya Meclisa Rêveber bi beşdariya xelkê Dêrazorê, şêx û rûspiyên wê, nûnerên ji saziyên sivîl û hêzên ewlehiyê dest pê kir û li Çerxerêya Sebe Kîlo sekinî.

Di meşê de siloganên ˊna ji hikumeta Şamê reˊ, ˊBijî berxwedana jinêˊ ûˊBi can bi xwîn em te bi te re ey şehîdˊ hatin berzkirin.

Li wir endama rêveber a Meclisa Kombûna Jinan a Senûbiya Sena El Mihemed axivî û got: "Di demekê de ku gelên Rojhilata Navîn bi biştî û gelê Sûriyeyê bi taybet tevî hemû pêkhateyên xwe li dijî rejîmê dîktator û neteweperest di oxira pêkanîna azadiya xwe de têkoşîneke dîrokî dimeşînin, asta sûcên hovane û barbarî li dijî jin, zarok û gelê me yê li Dêrazorê zêde dibin."

ˊARMANCA ÊRIŞÊN DERXISTINA FITNEYAN Û TÊKBIRINA ÎSTÎQRARIYÊ YEˊ

Sena wiha domand: "Armanca van sûcên çekdarên koma Dîfa El Wetenî û komên din ên hikumeta Şamê ji qetilkirin, tirsandin û topbarankirinê dikin, derxistina fitne û têkbirina îstîqrara herêmê ye."

Sena wiha pê de çû: "Tişta li dijî Dehle yê gundewarê Dêrazorê bûye komkujî ye. Di encamê de 11 şehîd piranî zarok bûn qurban."

Sena sersaxî da malbatên şehîdan û sûcên dermirovî şermezar kirin.

Di dawiyê de Sena bang li xelkê herêmê kir ku nekevin xefka van fitneyan û destkeftiyên şoreşê yên bi saya fedakariya tevahî pêkhateyên Sûriyeyê hatin pêkanîn, biparêzin.

(fr)

ANHA