Partiyên siyasî: Ya li Dêrazorê qewimî sûcekî dermirovî ye

Partiyên siyasî yên li Heleb û Reqayê komkujiyê li kantona Dêrazorê wekî sûcekî li dijî mirovaniyê bi nav kir û got, hikumeta Şamê berpirsê van sûcan e.

Partiyên siyasî: Ya li Dêrazorê qewimî sûcekî dermirovî ye
Partiyên siyasî: Ya li Dêrazorê qewimî sûcekî dermirovî ye
11 tebax 2024   15:03
NAVEDNA NÛÇEYAN

Partiyên siyasî yên li Heleb û Reqayê diyar kir ku êrişên li ser sivîlên li Dêrazorê sûcek li dijî mirovahiyê ye ku dighêje asta sûcên şer.

HELEB

Partiyên siyasî yên li Helebê têkildarî şewitandina xwezaya Efrînê û êrişên çekdarên Dîfa El Wetenî û komên girêdayî hikumeta Şamê yên li ser Dêrazorê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi amadebûna nûnerên Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyeyê, Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê, Partiya Yekitiya Kurd li Sûriyeyê, nûnerên Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Qada Şehîdan a li taxa Şêxmeqsûd hat dayîn.

Ji rêveberên Meclisa PYD’ê ya Helebê Selah Sîno daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Partî û hêzêbn siyasî yên li bajarê Helebê bi fikarekî mezin sûcên ku li dijî herêmê têne kirin dişopînin. Herî dawîn çeteyan bi fermana hikumeta Tirk bi hezaran darên xelkên gundên Edamo, Belîlko û Meydana yên bajarê Raco, gundê Hec Hisno yê bajarê Şiyê şewitandin. Li bajarê Bilbilê, bi taybetî li çiyayê Hawar bi hezaran dar hatin şewitandin."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bûyerên li Efrînê rû didin ji bûyerê li Dêrazorê dûr nîn in. Bal hat kişandin ser komkujiyên li Dehle û Cîdêdet Begara ku di encamê de 11 kes şehîd bûn. Hate gotin ev komkujî binpêkirina qanûnên navneteweyî û pîvanên mirovahiyê ye.

Di daxuyaniyê de hikumeta Şamê wekî berpirsê tevahî sûcên ku li Sûriyeyê têne kirin hat diyarkirin. Her wiha qirkirina xwezayê bi tundî hat şermezarkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li tevahî hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hat kirin dawî li sûcên li dijî gelê Sûriyeyê têne kirin bînin.

REQA

Meclisa PYD’ê ya kantona Reqayê, Partiya Muhafezkaran, Partiya Kesk a Demokratîk, Partiya Nûjen û Demokratîk, Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê-Rêxistina Reqa, Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê, Partiya Avakirin û Pêşxistina Sûriyeyê, Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Reqayê, Partiya Biratî ya Kurdistanê- Rêxistina Partiya Demokrat a Kurd- Sûrî der barê êrişên komên çekdar ên Dîfa El Wetenî û çekdarên girêdayî hikumeta Şamê de daxuyanî da.

 Daxuyanî bi amadebûna endamên partiyên navborî li Parka Reşîd hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku "QSD’ê şerê terorê dike û hewl dide ewlehî û aramiyê mîsoger bike. MSD û Rêveberiya Xweser jî hewl didin hewayeke guncaw ji bo afirandina diyalogên cidî ku dawî li aloziyê bîne ava bikin. Lê hin hêzên herêmî hewl didin bi rêya piştevaniya bi komên terorîst ên girêdayî xwe çareseriyê asteng bikin û ji bo berjewendiyên xwe temenê aloziyê dirêj bikin."

Di daxuyaniyê hate diyarkirin ku êriş û komkujiyên li Dêrazorê sûcekî dermirovî û sûcên şer in ku di qanûnên naveteweyî de têne redkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku hikumeta Şamê berpirsê komkujiyê ye. Hate destnîşankirin ku rawestandina tundiya li Sûriyeyê bi rêya diyalogên navxweyî pêkan e.

(bb)

ANHA