Şehîd Elaa El Ebdullah hat oxirin
Xelkê kantona Minbicê cenazeyê şervanê hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê şehîd Elaa El Ebdullah oxir kir û got ew ê bi hevgirtinê dagirkeran têk bibin.
Xelkê kantona Minbicê cenazeyê şervanê hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Elaa El Ebdullah ê ku dema li ser erka xwe ya parastina xak û gelê xwe şehîd bû, li goristana şehîdên Minbicê oxir kir.
Di merasîma oxirkirinê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ezîze El Hesen axivî û got tevahî pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember çi xeteriyeke li ser herêmê hevgirtî ne û soza şopandina rêça azadiya gelan û şehîdan da.
Yek ji fermandaêrn Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed El Îdo got: "Şervan Elaa di dema pêkanîna erkê xwe yê nîştimanî de ku parastina Minbicê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dikir, gihaşt asta şehadetê."
El Îdo got şehîd ji neteweyan re serkeftin û rûmetê pêk tîne û navên herî pîroz lê tê kirin ku parastina welatê xwe dike û di oxira wî de canê xwe dide.
El Îdo got: "Ew amade ne li hember her êrişeke li dijî herêmê bisekinin. Em soz didin tevahî şehîdan li ser şopa wan heta pêkanîna serkeftinê bin."
Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî Munteha Beşmaf li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Minbicê axivî û soza şopandina rêça şehîdan heta pêkanîna serkeftinê û rizgarkirina xakên dagirkirî da.
Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.
(fr)
ANHA