Hassan Yûnis teqezî bi girîngiya diyaloga Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê kir

Nivîskarê sûriyeyî Hassan Yûnis got li hember xetereya Tirkiyeyê divê Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê hin gavan biavêjin ji bo ku baweriya xwe bi hev xurt bikin û fikarên xwe li ser maseyê gotûbêj bikin.

Hassan Yûnis teqezî bi girîngiya diyaloga Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê kir
11 tebax 2024   05:10
HELEB
MIHEMED EBDO

Nivîskarê sûriyeyî Hassan Yûnis ji ajansa me re axivî û diyar kir ku li Sûriyeyê gelek hêzên sereke wek hikumeta navendî ya li Şamê ku hîna ji aliyê navneteweyî ve tê naskirin û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene. 

Yûnis diyar kir ku tenê bi rêya diyalogê, dayîna tawîzan û avêtina gavan çareserî pêkan e, ji ber ku çareseriya alternatîf jî şer e û ew jî vebijêrkeke trajedîk e.

Pirsgirêka di navbera RNivîskarê sûriyeyî Hassan Yûnis got li hember xetereya Tirkiyeyê divê Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê hin gavan biavêjin ji bo ku baweriya xwe bi hev xurt bikin û fikarên xwe li ser maseyê gotûbêj bikin.êveberiya Xweser û hikumeta Şamê de Yûnis bi "bêbaweriyê" wesifand û wiha domand: "Em dikarin bêjin her du alî di şerekî sar de ne. Hikumeta Şamê, Rêveberiya Xweser bi piştgiriya serhildana li Siweydayê tawanbar dike. Rêveberiya Xweser jî hikumeta Şamê bi piştgiriya tevgera êlan li Dêrazorê û hin deverên Hesekê tawanbar dike. Divê siyaseteke zelaltir di vî warî de bê meşandin."

Yûnis nirxandina xwe wiha berdewam kir: "Divê bawerî vegere ji bo ku diyalog dest pê bike û çareseriyên siyasî bên dîtin.”

Têkildarî daxuyaniyên erênî yên her du aliyan ên der barê pêwîstiya diyalogê û amadebûna ji diyalogê re ku dem bi dem didin, Yûnis got: "Ew hewldan, valahiya derketî nikare bigire. Divê li ser erdê gotin bên praktîkkirin."

Yûnis destnîşan kir ku gavên avakirina baweriyê bi gotûbêjkirina fikarên hev du li ser masayê dest pê dikin. Bi nêrîna Yûnis ev mijar gelekî girîng e, ji bo ku rê li pêşiya xetereya dewleta Tirk bê girtin.

Yûnis hewldanên dewleta Tirk ên nromalîzekirinê bi "jehrî" wesifandin. Di heman demê de bal kişand ser ku tenê gelê Sûriyeyê ji têkçûna têkiliyan di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de zirarê dibîne û got: "Divê koordîneyeke erênî di vî warî de hebe. Pêwîstiya gelê Sûriyeyê pê heye. Ji ber ku qadên aborî, civakî û perwerdehiyê, di navbera herêman tev de gelekî têkildarî hev e."

(şx)

ANHA