Efser û leşkerên Tirk ji bo pereyan welatiyan direvînin

Li gorî agahiyên ji Efrînê hatine wergirtin, efser û leşkerên Tirk ji bo pereyan welatiyan direvînin.

Efser û leşkerên Tirk ji bo pereyan welatiyan direvînin
11 tebax 2024   15:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Belgekirina Binpêkirina ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker, efser û leşkerên Tirk ji 2018’ê han vê Efrîn kirine cihê talankirin e.

REVANDIN Û ÎKENCEKIRIN

Li gorî çavkaniyên ji Erînê hatine çeteyên "Artêşa Watanî" şêniyên Efrînê yên ji warên xwe  derneketine, dikin hedef. Wan direvînin, îşkence dikin di girtîgeh di şert û mercên ne guncew de, digirin.

ARMANCA REVANDIN

Navendê diyar kir ku armanca sereke ew e ku şênî venegerin warên xwe, serdesteiya çeteyan li ser herêmê berdewam bike. şêniyan direvînin û bi malbatên wan ra şantaj dikin ji bo fîdyayan bi dest bixin. Bi vê rêbaze çeteyan fînansedikin. Li gorî şahidan, miqdara fîdyayê ji bo malbatan geleke.

Navendê bal kişand li ser Leşker û efserên Tirk ji ber paşketina aboriya li Tirkiyeyê û daketina nirxê lîreyê Tirk, ji bo ku pere bi dest bixin, şêniyan bi rêya simsarên xwecih direvînin. Ji bo wê miqdareke mezin a fîdyayan dixwazin ku hin caran digihêje 11 hezar dolarî.

TEVGERÊN VEŞARTÎ Û GIRÊK

Hiqûqnasên meclisê diyar kirin ku ev tevger an jî kiryar di bin çavdêriya efserên payebilind ên artêşa Tirk ya dagirker de bi awayekî veşartî rû didin. Toreke çeteyan bi kar tînin ji bo ku xelkê birevînin û şantajê bikin.

QAÇAXKIRINA SÛRIYEYIYAN BI RÊYA SÎNORAN

Di raporê de hate destnîşankirin ku tenê efserên artêşa Tirk destnadeynin ser revandina sivîlan lê para wan di qaçaxkirina sûriyeyiyan bi rêya sînoran de heye.

Di raporê de hate bibîrxistin di rêya bendên çavdêriyê yen ser sînor, re ji her kesek 4 heta 7 hezar dolar werdigirin.

Di raporê de hate destnîşankirin ku her kes pêwîste Efrînê biparêze, hesabê ji kesên destê wan di van kiryarên dermirovî de heye, bipirse. Sûcên ku tên kirin belge bikin û dengê mexdûran ragihîne qada navneteweyî û êşên li wê herêmê bi dawî bikin.

(şx)

ANHA