Bi çekên giran gundên Şehbayê tên topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de bi çekên giran û bi awayekî dijwar gundên herêma Şehba topbaran dike.

Bi çekên giran gundên Şehbayê tên topbarankirin
11 tebax 2024   23:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ajansa me bi dest xistine, di van kêliyan de artêşa Tirk a dagirker bi awayekî dijwar, bi guleyên obîs û hawnan û doçkayan gundên Hirbilê, Şêx Îs, Bêlûniyê, Eyn Deqnê û derdora bajarokê Til Rifetê topbaran dike.

(fr)