Li Qamişloyê ji bo şehîd Dîrok Cûdî merasîma xiyabî

Di merasîmê xiyabî yê şehîd Dîrok Cûdî de ji aliyê dost û hevrêyên wê ve hate gotin piştî êrişên DAIŞ`ê li ser herêmê û Şengalê her gotina `Tolhildan` li ser zimanê wê bû, bi vê yekê re tev li nava tevgera azadiyê bû.

11 tebax 2024   21:46
QAMISLO

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo ji bo sersaxiyê bidin malbata gerîlaya HPG`ê şehîd Dîrok Cûdî (Solîn Başturk) ku di Tîrmeha 2024`an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû serdana konê sersaxiyê yê li pêşiya mala şehîd li taxa Cûdî ya li bajarê Qamişlo hat vedan, kirin.

Di merasîmê xiyabî yê şehîd Dîrok Cûdî de heval û dostên malbata wê, endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Kongra Star amade bûn.

`BI RIHÊ WELATPARÊZIYÊ DESKEFTIYAN BIPARÊZIN`

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Mihyedîn Hesen axivî û diyar kir li hemberî ked û berxwedana şehîdan zimanê wan lal dibe, tişta ku ji her kesî tê xwestin ew e ku di bîranîna şehîdan de bi rihê welatparêziyê soza xwe ya parastina destkeftiyan nû bikin.

Ji Fermandarên Meclisa Leşkerî ya bajarê Qamişlo Nezîr Sofî jî axivî û diyar kir ku bi Şoreşa 19`ê Tîrmehê re û avakirina hêza leşkerî ku di nava xwe de hemû pêkhateyan dihewîne, ew her dem soza xwe bi dayik û bavê şehîdan re nû dikin.

`HEVKARIYA PDK`Ê ŞERMEKE MEZIN E`

Hevseroka Rêxistina PYD`ê ya bajarê Qamişlo Menîce Heyder jî axaftinek kir û destnîşan kir ku şehadet mîrateke pir mezin e, ew ê rojane sozê xwe ji bo wê nû bikin û wiha dom kir: “Em ê tu carî bê îrade û hêz nebin, heta dawiyê em ê piştgiriya zarokên xwe yên niha di çeperên şer de ne bikin.”

Menîce Heyder bal kişand ser hevkariya hêzên PDK`ê bi dewleta Tirk a dagirker re û got: “Tişta tê dîtin şermeke mezin e, derba wan a dijminane  em şermezar dikin.”

Li ser navê malbata şehîd Dîrok Cûdî, Sertîp Cizîrî axivî û wiha got: “Em Kurd nema mîna berê ne, me bi çekekê dest pê kir û niha em salvegera Pêngava 15`ê Tebaxê pîroz dikin. Wê dewleta Tirk li hemberî hevgirtina pêkhateyan têk biçe.”

Piştî radestkirina wesîqeya şehadetê, dostê malbata şehîd Dîrok Cûdî û endamê Partiya Sûriya Pêşerojê Muaz Ebdulkerîm jî axivî û da zanîn ku wî zarokatiya şehîd Dîrok dîtiye, ew kesayeteke paqij bû û wiha dewam kir: “Di 2012`an de ji ber êrişên DAIŞ`ê li ser gundê me yê girêdayî Til Hemîsê, me ji gund koç kir. Şehîd Dîrok Cûdî demekê di nava tevgera ciwanan de xebat da meşandin. Her gotina `Tolhildan` li ser zimanê wê bû. Bi êrişa DAIŞ`ê li ser Şengalê di 2014`an de bandor bû û 2017`an tev li tevgera azadiyê bû.”

Merasîmê xiyabî yê şehîd Dîrok Cûdî bi siloganên “şehîd namirin” bi dawî bû.

(sb)

ANHA