Xelkê Reqa: Em li hember êrişan bê bersiv namînin

Xwepêşandêrên li kantona Reqayê êrişên çekdarên ˊDîfa El Wetenîˊ yên hikumeta Şamê şermezar kirin û diyar kir ku ew bi QSD`ê re ne û dê li kêleka wan li ber xwe bidin.

Xelkê Reqa: Em li hember êrişan bê bersiv namînin
12 tebax 2024   04:15
REQA
ENES MIHEMED

Şêniyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya çalakiyên cuda êrişên çekdarên koma ˊDîfa El Wetenîˊ yên hikumeta Şamê li dijî kantona Dêrazorê şermezar dikin.

Xwepêşandêran ji ajansa me re axivîn û nerazîbûnên xwe li hember van êrişan nîşan dan û diyar kir ku armanca êrişan têkbirina ewlehiya herêmê ye.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Reqayê Mişleb El Turkan di refên pêşîn ên xwepêşandanan de bû, ji ajansa me re wiha axivî: "Em van êrişan red dikin. Em îro derketin ji bo ku bêjin li dijî van êrişan, em yek in."

El Turkan bal kişand ser armanca êrişan û wiha domand: "Dixwazin ewlehiya herêmê têk bibin lê gelên herêmê bi hevgirtinê xwe îsbat kir ku ew dikarin xwe bi rê ve bibin. Êrişên çekdarên koma Dîfa El Wetenî tenê ji bo têkbirina yekitiya gelên herêmê ye."

Endama rêveber a Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa Kombûna Jinan a Zenbûyayê Kînana El Ebid jî tev li xwepêşandanê bûbû, der barê mijarê de wiha axivî: "Em ê bersiva tevahî êrişkeran bidin. Em wisa li hember sûcên wan bê deng namînin."

Kînana ev li gotinên xwe zêde kir: "Em ji destpêkê ve bi QSD`ê re yek bûn. Em bi dil û can bi QSD`ê re ne ku êrişkeran têk bibin."

Hevserokê Meclisa Şehîd Mistefa El Nekzî ya taxa Sekene Elî El Şîxan jî got: "Şêniyên Reqayê piştgiriya QSD`ê teqez dikin. Beriya QSD`ê em ê bersiva her êrişekê li dijî xaka me bidin."

(şx)

ANHA