TEV-DEM’ê kongreya xwe ya 5’an li dar dixe
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) kongreya xwe ya 5’an li dar dixe. Di kongreyê de wê rêziknameya tevgerê li gorî Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were guhertin û meclis û hevserokatiya nû werin hilbijartin.
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) kongreya xwe ya 5’an bi dirûşma "Rêxistinên civaka demokratîk garantiya azadî, edalet û wekheviyê ye" li hola Serdemê ya li bajarê Hesekê li dar dixe. Zêdetirî 500 delegeyên meclisên TEV-DEM’ê yên li seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, nûnerên QSD, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û saziyên jinan beşdarî kongreyê bûne.
Axaftina destpêkê ya kongreyê ji aliyê hevserokên TEV-DEM’ê Xerîb Hiso û Rûken Ehmed ve hat kirin. Rûken Ehmed û Xerîb Hiso ku bi zimanên kurdî û erebî axivîn lidarxistina kongreya 5’an pîroz kir.
Di axaftinên hevserokatiya TEV-DEM’ê behsa dîroka avabûna tevgerê, pêvajoyên ku tê re derbas bûne û rola wê di rêxistinkirina civakê de hate kirin. Îşaret bi vê yekê hat kirin ku TEV-DEM’ê bi pêvajoya Şoreşa 19’ê re tovê yekemîn ê Rêveberiya Xweseriya Demokratî danî.
Her wiha hate diyarkirin ku serkeftinên ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dest xistine bingeha xwe ji siyaseta xeta sêyemîn a ku Rêber Abdullah Ocalan diyar kiriye an ku xeta azadiya jin û xwişk û biratiya gelan, digire. Hevseroekatiya TEV-DEM’ê destnîşan kir ku bi saya fedakariyên şehîdan projeya Rêveberiya Xweser bûye modeleke bi bandor li herêmê.
Kongre bi nirxandina rewşa rêxistinî û xwendina rapora xebatên TEV-DEM’ê dewam dike.
Di dawiya kongreyê de dê rêziknameya tevgerê li gorî Peymana Civakî ya Rêveberiya Xweser were guhertin û meclis û hevserokatiya nû tevgerê werin hilbijartin.
(bb)
ANHA