Çavkaniyek Îsraîlê daxwaza El Sinwar a dan û standinên agirbestê aşkera kir

Çavkaniyekî Îsraîlê ku dan û standinan dişopîne diyar kir ku serokê nû yê Hemasê dixwaze dan û standinên agirbestê dewam bikin.

Çavkaniyek Îsraîlê daxwaza El Sinwar a dan û standinên agirbestê aşkera kir
11 tebax 2024   21:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî Îsraîlê ku dan û standinan dişopîne ji tora CNN a Amerîkayê re da zanîn ku serokê nû yê Hemasê Yehya El Sinwar dixwaze agirbestê pêk bîne. Çavkanî diyar kir ku ev agahî ji navbeynkarên Misrî û Qeterî hatiye girtin ku wan jî di rojên dawîn de ji berpirsên Îsraîlê re veguhastin.

Hevkarên Netanyahu diyar kiribûn ku serokwezîrê Îsraîlê amade ye peymanekê pêk bîne. Lê belê saziya ewlekariyê ya Îsraîlê der barê daxwaza Netanyahu ya pêkanîna peymanekê de bi gûman e.

Çavkaniyê Îsraîlê ji torê re dabû zanîn ku tu kes nizane Netanyahu çi dixwaze.

Heman çavkanî diyar kir ku berpirsên Amerîkayê ji hevpîşeyên xwe yên Îsraîlê re diyar kiribû ku ji bo rêgirtina li ber şerekî berfireh li herêmê êdî dem dema agirbestê ye.

Çaverê ye ku navbeynkar bi her du aliyên dan û standinê yên Îsraîl û Hemasê re li Qahîre yan jî li Dewhayê bicivin.

(mh)