Foza Yûsif êrişên li ser Dêrazorê û rêbazên çareseriyê vegot
Foza Yûsif diyar kir ku êrişên li Dêrazorê berdewama hewldanên derxistina fitneyan û têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e. Foza Yûsif anî ziman ku diyalogên navxweyî rêya yekane ya bidawîkirina şer û aloziyên li herêmê ye.
![Foza Yûsif êrişên li ser Dêrazorê û rêbazên çareseriyê vegot](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202408/image_870x_66b8b77622b3f.jpg)
Kongreya 5’an a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li bajarê Hesekê dewam dike.
Endama Desteya Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yusif di Kongreya 5`an a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) de axivî.
Foza Yûsif geşedanên siyasî yên li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê, bandorên wê li ser herêmê, armanca êrişa dawîn ên li ser kantona Dêrazorê û çareseriya aloziyê û helwestên hêzên herêmî li hember Sûriyeyê nirxandin.
Foza diyar kir ku şerê cîhanê yê sêyemîn bi rê û rêbazên cuda dewam dike û got: "Rojhilata Navîn navenda şerê cîhanê ye. Sedeme kî ve yekê ew e ku rêyên bazirganiyê yên serekê di vê herêmê re derbas dibin. Li ser vê yekê di serî de Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelên vê herêmê civakên xwe ji encamên vî şerî biparêzin."
Foza anî ziman ku divê gelên herêmê siyaseteke rast bimeşînin û bi awayekî rast geşedanan binêrin, di serî de projeya Rêveberiya Xweser destkeftiyên hatin bidestxistin biparêzin.
Foza bal kişand li ser êrişên çekdarên Difa El Wetenî û komên girêdayî hikumeta Şamê yên li dijî rojhilatê Dêrazorê kir û got: "Hêzên li dor me naxwazin projeya me bi ser keve. Rewşa li Dêrazorê berdewama hewldanên têkbirina projeya me ye. Careke din hikumeta Şamê dixwaze Sûriye vegerîne beriya 2011`an, mîna li Qamişloyê sala 2004`an kiriye."
Foza bi bîr xist ku bûyerên li Dêrazorê berdewama binkeftina heman aliyan e ku sala 2023`yan xwestine fitneyê derxist û tevna civakî ya herêmê xirab bikin.
Li gorî Foza, êriş wê ne yên dawîn bin û wiha domand: "Şoreşa me hîna negihiştiya armanca xwe, gef mezin in. Armanca normalîzekirina di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de, bi beşdariya hêzên herêmî û navneteweyî û hêzên dîtir firehtkirina qada şer û kûrkirina aloziya Sûriyeyê ye. Di heman demê de ji bo têkbirina destkeftiyên gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye."
Foza diyar kir ku helwesta partiyên siyasî yên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sabit e wiha pê de çû: "Diyalogên navxweyî rêya yekane ya çareserkirina aloziya Sûriyeyê ye. Gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê bi hêzên xwe yên leşkerî êrişan bê bersiv nehêlin û dê nehêlin rewş vegere beriya 2011’an."
Foza bang li hikumeta Şamê kir û wiha got: "Devê hikûmeta şame dev ji çareseriya leşkerî berde. Vebijêrka siyasî nakeve xizmeta gelê Sûriyeyê û yekitiya xaka wê.
Foza diyar kir ku vebijêrka leşkerî ya hikumeta Şamê pejirandiye û êrişên çekdarên Dîfa El Wetenî yên li dijî herêmên Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk, li gorî berjewendiyên dewleta Tirk e.
Foza di dawiyê da jî wiha got: “gelên herêm e Diyalokan re vekirî ne û çareserî di destê sûriyeyiyan û li ser axa Sûriyeyê ye ne li Astana û Cinevê ye.
(şx)
ANHA