Cîgirê serokkomarê Îranê îstîfa kir
Cîgirê serokkomarê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ji erka xwe îstîfa kir.
Cîgirê serokkomarê Îranê yê karûbarên stratejî Mihemed Cewad Zerîf ji hikumeta Mesûd Pizîşkiyan îstîfa kir.
Zerîf di nameya xwe ya îstîfayê de serkeftin ji serok Mesûd Pizîşkiyan û hikumeta wî re hêvî kir û diyar kir ku ew ê vegere karê xwe yê zanîngehê.
Her wiha Zerîf ji gelê Îranê lêborîn xwest ku ew êdî nikare di siyaseta hundirîn de karê xwe bidomîne.
(mh)