‘Biryara dageriya Iraqê li dijî hêzên siyasî neheqî ye’

Endamê MSD`ê Mihemed El Hesen got biryara dadgeriya Iraqê ya li dijî hêzên siyasî, neheqî ye. El Hesen destnîşan kir ku armanca PDK`ê ew e ku "Başûrê Kurdistanê bixe nav axa mîrektiya Osmanî".

‘Biryara dageriya Iraqê li dijî hêzên siyasî neheqî ye’
11 tebax 2024   06:10
ŞEHBA

Dadgeha Bilind a Iraqê, hemwextî salvegera 10`an a Komkujiya Êzidiyan biryara girtina Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê (Azadî), Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidî (PADÊ) û Partiya Eniya Têkoşîna Demokratîk ên li Iraqê û Başûrê Kurdistanê da.

Endamê Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Mihemed El Hesen têkildarî mijarê got: "Ev biryar, siyasî û neheq e. Ev hêzên siyasî di oxira avakirina Iraqa demokratîk de bi hezaran ciwan feda kirin."

El Hesen destnîşan kir ku biryarên wiha niyeta hêzên herêmî ji bo têkbirina ewlehiya herêmê aşkera dike û wiha domand: "Divê Hikumeta Federal, vê biryarê betal bike. Ji ber ku neheqiyeke mezin e ku bi salan e tê dikoşin û li hember DAIŞ`ê li ber xwe dan."

Her wiha El Hesen îşaret pê kir ku hewldanên dewleta Tirk ên ji bo têkbirina ewlehiya herêmê berdewam in, êrişî bajarê Dihok ê Başûrê Kurdistanê, destkeftiyên gelê herêmê dike û ev li gotinên xwe zêde kir: "Helwesta hikumeta Iraqê ne di cih de ye. Divê Iraqî û partiyên demokratîk, li hember van biryaran bisekinn, ji ber ku mîna van biryaran, rê li pêşiya tevliheviyê vedike."

El Hesen got: "Koordîneyek di navbera hikumeta Tirkiye û Iraqê de heye, ji ber ku dizanin ên li hember wan kiryarên faşîst bisekinin hene."

Her wiha El Hesen bal kişand ser helwesta PDK`ê û diyar kir ku helwesta wê li hember doza Kurd neyînî ye û armanca wê "Başûrê Kurdistanê bixe nav axa mîrektiya Osmanî".

Mihemed El Hesen di dawiyê de destnîşan kir ku divê li hember hêzên zordest û desthilatdar berxwedan bê mezinkirin, ji ber ku rêya yekane ya têkbirina siyasetên li dijî gelên herêmê ye.

(şx)