Ji rûspiyên Helebê daxuyaniya piştgiriya QSDˊê

Komîteya Rûspiyan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Saziya Olî ya Helebê bi daxuyaniyeke hevbeş piştgiriya xwe ji QSD'ê re nîşan da.

Ji rûspiyên Helebê daxuyaniya piştgiriya QSDˊê
11 tebax 2024   22:03
HELEB

Di çarçoveya çalakî û daxuyaniyên piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de ya li hemberî êrişên komên girêdayî hikumeta Şamê, îro eşîr û rûspiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê piştgiriya xwe ji QSD'ê re li hemberî wan êrişan, nîşan da.

Daxuyanî bi navê Komîteya Rûspiyan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Saziya Olî ya Helebê hat dayîn û ji aliyê rêveberê Saziya Olî Şêx Elî El Hesen ve li Qada Şehîdan a taxa Şêxmeqsûd hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin rûspî û endamên Saziya Olî ya Helebê bi serbilindî piştgiriyê didin saziyên ewlehî û hêzên leşkerî yên QSDˊê li dijî êrişan.

Her wiha hat diyarkirin ku gel bi mezin, ciwan, jin û zarokên xwe piştgiriya xwe bi hemû hêza xwe re nîşan da û di oxira parastina xak û deskteftiyên şoreşê de canê xwe fedar kir.

Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin êrişên hovane yên li dijî gundên Dêrazorê ku di encamê de bi dehan sivîl şehîd bûn û mal bi ser serê şêniyên wan de hatin rûxandin, nayên qebûlkirin.

Di daxuyaniya rûspiyên Helebê de hat aşkerakirin ku eşîrên Ereb gotina xwe kir, helwesta xwe bi QSDˊê re nîşan da ku QSDˊê dersên lehengiyê da û ji cîhanê re îsbat kir ku li hember komployan mertalên xurt in.

Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku çawa QSD'ê rêxistina terorî ya herî metirsîdar têk bir, her wiha ew ê wan çekdarên ji bo pereyan şer dikin, tune bike.

Di dawiya daxuyaniyê de soza domandina têkoşînê heta avakirina civakeke demokratîk, ewle, hezkirin û aştî, hat nûkirin.

(mh)