Meclisa Dêrazorê û eşîrên wê serdana birîndarên Dêrazorê kir

Endamên Meclisa Rêveber a kantona Dêrazorê û rûspiyên eşîrên Dêrazorê serdana birîndarên Dêrazorê yên li Nexweşxaneya Şehîd Sarya kir.

Meclisa Dêrazorê û eşîrên wê serdana birîndarên Dêrazorê kir
Meclisa Dêrazorê û eşîrên wê serdana birîndarên Dêrazorê kir
Meclisa Dêrazorê û eşîrên wê serdana birîndarên Dêrazorê kir
Meclisa Dêrazorê û eşîrên wê serdana birîndarên Dêrazorê kir
Meclisa Dêrazorê û eşîrên wê serdana birîndarên Dêrazorê kir
Meclisa Dêrazorê û eşîrên wê serdana birîndarên Dêrazorê kir
Meclisa Dêrazorê û eşîrên wê serdana birîndarên Dêrazorê kir
Meclisa Dêrazorê û eşîrên wê serdana birîndarên Dêrazorê kir
11 tebax 2024   19:00
HESEKÊ

Şandeyek ji Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a kantona Dêrazorê û rûspiyên eşîrên kantonê serdana birîndarên li Nexweşxaneya Şehîd Sarya ya Hesekê kir. ew welatî di êrişên komên girêdayî hikumeta Şamê yên li dijî gundên rojhilatê kantona Dêrazorê de, birîndar bûbûn.

Navên birîndarên li Nexweşxaneya Leşkerî ya Şehîd Sarya ya Hesekê tên derman wiha ne; Melek Îsmaîl El Ebûd (5) di serê xwe de birîndar bûye û hîn jî di beşa çavdêriya giran de ye, Fehid Îsmaîl El Ebûd (12) qonaxa metirsiyê derbas kiriye û jina temenmezin Melek Ebûd Hisên.

Şande ji serokeşîrê Bûrehme Fewaz El Weys, nûnerê qebîleya Begara Şêx Diyab El Cêlat, nûnerê qebîleya Igêdat Şêx Ebû Elî El Ebrez, nûnerê qebîleya Bûcamil Şêx Malik El Emleh û hevseroketiya Meclisa Rêveber a kantona Dêrazorê Mihemed El Dexîl û Şehnaz El Hefel pêk hat.

Şandeyê spasiya piştgiriya Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji bo birîndaran kir.

Her wiha şandeyê êrişên li dijî gundewarê Dêrazorê şermezar kirin û destnîşan kir ku eşîrên Dêrazorê piştgiriyê didin QSD'ê.

Bijîşk Ciwan Hemê (nûjdarê hestiyan) diyar kir ku 4 birîndarên herêmê hene, ji wan 3 ji Hesekê û yek ji Qamişlo ye.

Hemê destnîşan kir ku 3 birîndaran qonaxa metirsiyê derbas kir, lê rewşa zarokekê pir giran e, ew jî ji ber ku parçe li nêzî dil û mejiyê wê ketine.

(mh)

ANHA