Li Pîremegrûn ê Silêmaniyê şewatek mezin derketiye

Di saetên êvarê de şewatek mezin li gundên Sokte û Surga yên li berpalê çiyayê Pîremegrûn derket û di encamê de beşek mezin a jîngeha herêmê şewitî.

Li Pîremegrûn ê Silêmaniyê şewatek mezin derketiye
11 tebax, 2024   23:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniya ji Rêveberiya Parastina Şaristaniyê ya Silêmaniyê ji Rojnews’ê re ragihandiye saet di 18:00’an de li nêzîkî gundên Sokte û Surga ên li berpalê çiyayê Pîremegrûn ê dikeve sînorê parêzgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê, şewatek mezin derket.

Hate diyarkirin ku heta niha agir nehatiye kontrolkirin û beşek mezin a jîngeha herêmê şewitiye.