ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-08-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-08-2024
12 tebax 2024   02:00

“Min bi awayekî azad û dîrokî xwe gîhandibû jinê. Lê mîna Ferhat û Şîrîn ez ê ti carî negihiştibûmayê. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî xebata bi eşq bû. Exlaqê heqîqî yê eşqê ew e, mirov karibe xwediyê wê hêz û qabîliyetê be, li dijî pirsgirêkên civakî şer bike û wan çareser bike. Kesên ev hêz û exlaqê wan tinebin, ne eşqa wan û ne jî exlaqê wan ê eşqê dibe.”

Malbatên şehîdan ên li Helebê diyar kir ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan ne bi çekê ne bi tecrîdê ne bi ti rêbazeke din tune nabin, ji ber ku di hişê wan de hatine rûniştandin.

Xwepêşandêrên li kantona Reqayê êrişên çekdarên ˊDîfa El Wetenîˊ yên hikumeta Şamê şermezar kirin û diyar kir ku ew bi QSD`ê re ne û dê li kêleka wan li ber xwe bidin.

Wênesaz Resmiye El Irsan tabloyek bi sernavê "bêdengiya giyanê" bi rengên bedew xêz kiriye ku tiştên bi devkî nekariye bîne ziman, bi rêya vê tabloyê vedibêje.

Rûsî û eşîrên bajarê Hesekê têkildarî êrişên çekdarên koma Dîfa El Wetenî û komên din ên girêdayî hikumeta Şamê li ser Dêrazorê daxuyaniyekê didin, saet 10:00ˊan, li bajarokê Holê jî bi heman armancê ji pêş Kombûna Perwerdê meşekê tê lidarxistin, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Ragihandina Jinan (YRJ) têkildarî cezayên darvekirinê li dijî çalakger û rojnamevan Şerîfe Mihemedî û Peşxan Ezîzî ji hêla desthilatên Îranê ve daxuyaniyekê dide û hemleya komkirina îmzeyan radigihîne. Daxuyanî li pêş Navenda Mihemed Şêxo ya Qamişlo tê dayîn, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi diruşma ˊBi rihê 15ˊê Tebaxê em ê azadiya Rêber Apo misoger bikinˊ Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê bi boneya 40ˊemîn a Pêngava 15ˊê Tebaxê meşekê li dar dixe, meş ji pêş keraca kevin a Efrînê ya li taxa Şêxmeqsûdê ve dest pê dike, saet 20:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)