Rêber Abdullah Ocalan: Divê bi hevjiyana azad cinsperestiya civakî bê bihurîn

Rêber Abdullah Ocalan dibêje " Kengî milkkirina jinê hat redkirin, ji cinsperestiya civakî ya tê bikaranîn bi temamî bê bihurîn, di her asta civakî de wekhevî (li ser bingehê cudatiyê wekhevî) pêk hat, hevjiyana azad bi jinê re pêkan e."

Rêber Abdullah Ocalan: Divê bi hevjiyana azad cinsperestiya civakî bê bihurîn
26 tebax, 2024   04:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêber Abdullah Ocalan di pirtûka 5’ana Manîsfestoya Şaristaniya Demokratîk a bi sernavê "Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk" de bal kişandiye ser pirsgirêkên ku zayendperestiya civakî derxistine. Rêber Abdullah Ocalan hevjiyana azad wekî rêbazê çareserkirina van pirsgirêkan destnîşan kiriye.

Beşek ji nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan wihe ye:

’’Mirov heta li têkiliyên di navbera jin û mêran de serwext nebe, ne dikare li ti pirsgirêka civakî bi temamî serwext bibe, ne jî dikare ji hev derxe. Di bingehê pirsgirêkên civakî de pirsgirêk û problematîkên di têkiliyên jin û mêran de hene. Saziya zewacê ya bi awayekî yekalî di civaka hiyarerşîk û civaka şaristaniyê de li ser jinê hat ferzkirin, serweriya mêr pirralî ava kir û bi vê re belkî jî di xwezayê de bi qasî ku ti zindî û ruhberî nedîtî, hîmê saziyeke koletî û hewcebûnê hat danîn ku bi tenê xweserî civaka mirov e. Statuya pêşî ya civakîbûn, çînayetî û netewetiya serdest-bindest, timî li ser vî bingehî ava dibe. Di binê her şer û pevçûnê de jî ev rastî heye. Tişta ku dîroka şaristaniyê û qonaxa wê ya herî dawî modernîteya kapîtalîst herî zêde ser wê girtiye, ew berevajî kiriye û neyênî nîşan daye, rastiya der barê statuya koletiya jinê ya li ser vî bingehî ye. Jina ku di civaka şaristaniyê de bi şeytên re wekhev tê dîtin, di sosyolojiya modernîteyê de kesayeta herî sernerm a konformîzmê û diya zarokan a karkertiya malê ya bêheqdest e.

Diviyabû serwextbûna li tevahiya naverok û şêweyên asta koletiyê ya ku bi hezarê salan bi aqil û destê mêrê mêtinkar û zordest ketiye jiyana jinê, bibûya gava pêşî ya sosyolojiya rastiyan. Ji ber ku şêweyê mêtinkarî û koletiya di vê qadê de prototîpa tevahiya şêwegirtinên mêtinkarî û koletiya civakî ye. Berevajiyê vê jî rast e. Têkoşîna wekhevî û azadiyê û asta destketiyên vê têkoşînê li dijî mêtinkarî û koletiya xistine nava jiyana jinê, bingehê têkoşîna wekhevî û azadiya li dijî mêtinkarî û koletiya di her qada civakî de ye.

 Têkoşîna azadî û wekheviyê di dîroka şaristaniyê û modernîteya kapîtalîst de li ser bingehekî rast pêş nakeve û rê li ber serketineke bi hêz venake, sedema bingehîn a vê yekê ew e, zêhniyet û saziyên mêtinkarî û koletiya şêwe danê û xistine nava jiyana jinê baş nehatiye fêhmkirin û têkoşîna li dijî wan weke bingeh nehatiye dîtin. Çawa ku dibêjin, masî ji serî ve genî dibe. Wexta ku bingeh rast û durist neyê danîn, avahiya were lêkirin wê di lerzeke piçûk de xira bibe. Di dîrokê û roja me ya îro de bêhejmar mînakên vê rastiyê hene.

Kengî mirov hewl bide pirsgirêkên civakî çareser bike, divê mirov hûrûkûr li ser diyardeya jinê bifikire, ji bo hewldanên wekhevî û azadiyê jiyana jinê bike çavkanî û ev yek divê hem bingehê rêbaza lêkolînê û hem jî bingehê hewldanên zanistî, exlaqî û estetîk ên hevgirtî be. Rêbazeke lêkolînê ya ji rastiya jinê bêpar, têkoşîneke azadî û wekheviyê ya jinê nexe navenda xwe, nikare bigihîje heqîqetê, nikare azadî û wekheviyê pêk bîne.

Ji bo jiyaneke rast, ya bingeh ew e, divê mirov beriya her tiştî jinê pênase bike û rola wê ya di nava jiyana civakî de diyar bike. Em vî hukmê xwe ji bo xisletên biyolojîk û statuya civakî ya jinê nadin. Têgîna jinê weke hebûn girîng e. Mirov çiqasî jinê pênase bike, pênasekirina mêr jî ewqasî pêkan dibe. Em bi mêr nikarin dest pê bikin, jiyan û jinê rast pênase bikin. Hebûna xwezayî ya jinê di statuyeke navendîtir de ye. Ji aliyê biyolojîk ve jî ev wisa ye. Civaka serwer a mêr, statuya jinê têra xwe piçûk xistiye û tine hesibandiye, lê ev, ji bo serwextbûna me ya li rastiya jinê divê nebe asteng. Xwezaya jiyanê zêdetir bi jinê re têkildar e. Herçiqasî jin gelekî ji jiyana civakî hatibe dûrkirin jî dîsa ev rastî bi vî rengî ye, û nabe şaşî, berevajî piştrast dike. Ya rastî, zilam bi hêza xwe ya zordar û tineker di şexsê jinê de êrişî jiyanê dike. Tinekerî û dijminatiya jiyanê ya mêr weke serwerê civakî têkiliya xwe ji nêz ve bi rastiya wî ya civakî re heye. Em kengî bi vê perspketîfa felsefîk berê xwe bidin rastiya jinê, em ê bigihîjin wê encamê ku divê têkiliya jiyana manedar bi aliyên jinê yên xweşik, rast û baş bêne pêşxistin. Em bi vî hukmî rabin, nabe ku armanca bingehîn a bi jinê re zêdebûn û pirrbûn be. Ji ber ku zindiyên tekşane yên besît jî haya xwe ji zêdebûnê hene û belkî jî mirov dikare bibêje, jiyanên wan ên yekarmancî li ser vî bingehî hatine şîfrekirin. Lê gerdûn diberide. Beridîna bi pêş dikeve nîşan dide ku tekşane xwe dubeşî parçeyên wekhev dike û ev jî dawiya jiyanê nîne, berevajî bi vê çalakiya dabeşbûna mîlyaran carî ya tekşaneyê jiyan bi lez pirrcure û pirrcuda dibe. Em bi vê jî dizanin ku bersiva piştî wê ya manedar zêdebûn û pirrbûn nîne, guhertin û veguherîne. Ji bo jiyanê zêdebûn navgînek e ku pêdivî pê heye, lê ji bo mirov li jiyanê serwext bibe ti carî têrê nake. Zêdebûn navgîn e, armanc an jî manedar nîne. Ya rastî, jiyaneke maneya wê bi tenê zêdebûn û pirrrbûn be, jiyaneke gelekî kêm û bi qusûr e. Ma dibe ku rewş li cem tekşaneyê bi vî rengî be, lê belê jiyaneke mirovane bi jinê re bi tenê bi pirrbûn û zêdebûna cinsî ve girêdayî be, ev ne bi tenê kêmbûna maneyê di heman demê de korbûnê jî îfade dike. Li gorî ku bi jinê re mîna amîpan zêdebûn wê çênebe, nabe ku mirov pirrbûna bi jinê re bixe navend û hedefa jiyanê, naxwe ji beridîna mezin a zindiyan mane û dersa pêdivî pê heye nehatiye girtin. Jixwe bi teknolojiya roja me ya îro civaka mirov ji pirsgirêka zêdebûn û pirrbûnê bi temamî bihuriye. Pirsgirêka kêmbûnê ya cinsê mirov tineye, berevajî, her diçe mirov pirr zêde dibin û zêdebûna wan gihiştiye wê astê êdî di dinyayê de hilnayên. Ev pirrbûn û zêdebûn bi serê xwe dibe pirsgirêkeke gelekî mezin. Jixwe bi zindiyê tekşane jî piştrast bûye ku leza zêdebûnê bi asta paşvemayî ve têkildar e, û her zêdehiyek di heman demê de mirinek e. Pirrbûna fizîkî di tevahiya cureyên beridînê de xwedî maneyeke bi vî rengî ye. Hebûna bi mirin, yeqîn dike ku bi xwezêdekirinê wê karibe dewamî bijî, lê bi vê dixape. Xwe bi kopiyê xwe dewamkirin, dikare hewcedariya ewlebûnê û xwesteka tevlîbûna bêdawîbûnê razî û têr bike, lê jiyanê nake rastî û nake heqîqî.

Xulase, felsefeya jiyanê ya xwe disipêre zêdebûna bi jinê re maneyek xwe ya ciddî nîne. Di civaka çînî de diyardeyên weke mîrate û bihêzbûnê mane li jina dizê bar kirine û ev jî maneyeke têkiliya xwe bi mêtinkarî û zordestiyê re heye û ji bo jinê negatîf e. Ango jina gelekî dizê ew jin e ku zû dimire. Eger kêm zayîn yan jî bi giştî pirsgirêka pirrbûna şêniyan li cem cinsê mirov hebe, hingê jiyaneke bi jinê re ya maneya wê gelekî payeberz bi jina hîç nazê re pêkan e. Gelên mêtingeh ên paşvemayî yên nikarîbûne weke civak û ferd xwe bi hêza polîtîk û entelektuel pêşde bibin, pirrzarokanîn dikare ji bo wan weke xweparastinekê qîmeta xwe hebe. Ji bo pêşî li qirkirina xwe bigire, bi anîna gelek zarokan dewamkirina zurriyetê jî rêbazeke bersivdanê ya berxwedanê û dewamkirina hebûnê ye. Lê ev xweparastina wan civakan e ku şensê wan ê jiyaneke azad zêde nîne. Lewma di civakên wisa de ku asta maneyê gelekî ketiye, bi jinê re jiyaneke li ser bingehê rast û estetîk mumkîn nîne. Rastiya civakên heyî yên dinyayê vê yekê piştrast dike. Jiyana bi jinê re di warê bergirî û xwe xwedîkirinê de aliyekî xwe yê xweser nîne. Bergirî û xwe xwedîkirin ji bo her zindî û ruhberî heye. Zêde manedar nîne ku mirov jiyana bê jin an jî bê mêr guftûgo bike. Di tevahiya jiyanên cot û fer de diyardeya nêrtî û mêtiyê heye. Ango pirsgirêk ne bi xwe bi hevjiyanê re, bi maneya wê re ya di civaka mirov de ye.

Civaka mirov şêwazekî jiyanê yê zindî yan jî ruhberekî nîne. Xwedî xisletên wisa ye ku dikare di nava xwe de û li ser xwezayê diyardeya hukimranî û desthilatdariyê pêş bixe. Çawa ku em di desthilatdariya dewleta netewe de dibînin, ji aliyê hejmar û naverokê ve pêkanîna wê ya herî zêde dikare dinya me ya jiyanê veguherîne qebra jiyanê. Li vir rewşa çeloxwarî ji ber civakê ango civaka mêrê serwer pêk tê. Hegemonya mêrê serwer li ser jinê pêk tîne dinya me dixe rewşekê ku dike jiyan lê nebe. Ev encam jî ne bi beridîneke biyolojîk, lê bi desthilatdariya hegemonîk a bi serweriya mêr tê. Ango divê jiyana bi jinê re ji diyardeya desthilatdariya hegemonîk a bi serweriya mêr rizgar bibe. Jina ku jiyana wê di bin hukimraniyê de derbas dibe, bi zarokanînê mirovatî mîlyonan sal dewam kir, lê bi modernîteya kapîtalîst re ev xisleta wê ya zarokanînê bi awayekî îronîk dawiyê li jiyanê tîne. Jiyan bi jina di bin vê statuya heyî de nîşaneyên dawîhatina li jiyanê nîşan dide. Bêhejmar nîşaneyên vê rastiyê hene. Eger em wan rêz bikin:

a- Şênî di vê dinya me de hilnayên û gihiştiye qonaxekê ku hebûna ruhber û zindiyên din jî dixe tehlûkeyê. Jiyaneke bi vî awayî bi wê jinê re ya di vê statuya heyî de, xwezayîbûn û ekolojiya jiyanê her roja derbas dibe bileztir dixe tehlûkeyê.

b- Dîsa ev jiyan di nava civakan de û li derveyî wan rê li ber şîddeta desthilatdariyê ya bêsînor vedike. Asta milîtarîzm gihiştiyê vê rastiyê têra xwe piştrast dike.

c- Seksualîteya jinê bi awayekî xeternak tê bikaranîn û li ser vê zordestî û mêtinkariyeke xeternak hatiye pêşdebirin. Jiyan bi tevahî ji rê hatiye derxistin, hema bêje bi jirêderketineke cinsî re ya ku xwe bêmane dubare dike, kirine yek.

d- Jina di civakê de kirine ne tiştek û pêjna wê nayê, kirine makîneyeke zurriyetê dewam bike, metayeke cinsî û hêza herî erzan a karkirinê. Mîna ku maneyeke wê ya din tine be.

e- Mîna ku li ser jinê qirkirineke çandî tê meşandin. Lê bi rola xwe ya seksualîte û dewamkirina zurriyetê weke artêşeke karkerên bêheqdest an jî bi heqdesteke erzan dixebite nirxekê îfade dike. Ji bo karibe xwe ji aliyê fizîkî, exlaqî û manewî ve biparêze ew ji hêza wê mehrûm kirine.

f- Di nava van faktoran de civakeke jinê di nav lepê jiyaneke bêmane de biperpitîne û binalîne, ew civak bi tenê dikare nexweş be. Jina bêmane wê civaka wê jî bêmane be.

ji bo jiyaneke di asta hevaltiya azad a bi jinê re erkên divê bêne bicihanîn xulase mirov dikare wisa rêz bike:

a- Beriya her tiştî pêdivî bi têgîneke hevjiyana ekolojîk heye ku di bingehê wê de pirrbûn û dewamkirina zurriyetê tineye, li gorî îdeala mirovatiyê ya gerdûnî ye, û hebûna zindiyên din jî li ber çavan digire. Asta gerdûnî ya civak gihiştiyê jiyaneke azad bi jinê re ferz dike. Sosyalîzma rastî bi tenê dikare li ser bingehê jiyaneke azad bi jinê re bê avakirin. Ya sosyalîzm divê pêşî bike (ne ya paşî) ew e, divê ji sedî sed jiyana azad bi jinê re bigihîne astekê.

b- Ji bo vê jî divê mirov bi awayekî zêhnî û sazî li dijî desthilatdariya hegemonîk a mêrê serwer têbikoşe, û di asta hevaltî û bihevrebûna azad de serketina têkoşîna zêhniyet û sazîbûnê misoger bike. Bêyî vê serketinê mirov nikare hevjiyana azad pêk bîne.

c- Jiyana bi jinê re divê ti carî weke cinsperestiyeke ji bo dewamkirina xerîzeya cinsî û temendirêjiyê neyê şîrovekirinê. Çi şaristanî, çi jî modernîteya kapîtalîst jiyana cinsperest a civakî gihandine asteke xeternak û heta ev jiyana cinsperest di tevahiya qadên zêhnî û sazî de neyê tesfiyekirin, bicihanîna hevjiyana azad ne pêkan e. Di nava paradîgma û wan saziyan de ku jinê weke diyardeyeke milk û objeyeke cinsî dibînin, jiyan ne bi tenê bêexlaqiyeke mezin e, di heman demê de şêwazê jiyanê yê herî şaş û kirêt e. Di nava van şert û mercan de mînakeke din a diyardeya civakî nîne ku evqasî jinekê yan jî mêrekî piçûk bixîne û birizîne.

d- Kengî milkkirina jinê hat redkirin, ji cinsperestiya civakî ya tê bikaranîn bi temamî bê bihurîn, di her asta civakî de wekhevî (li ser bingehê cudatiyê wekhevî) pêk hat, hevjiyana azad bi jinê re pêkan e.

e- Kengî jin ji bo dewamkirina zurriyetê nebe amûr, nebe karker an jî bêkar, nebe karkereke erzan an jî bêheqdest, di her qadê de nebe meta bibe kirdar, hevjiyana azad pê re pêkan e.

f- Civak bi tenê di van şert û mercan de dikare li gorî hevjiyaneke azad be ango dikare ber bi civaka azad û ya xwedî şertên wekhev biberide.

g- Di nava şert û mercên erênî de hevjiyana azad bi jin û mêrên nirxê xwe yê mejî û avabûnê zêdekirî re pêkan e."