Kalê 77 salî: Şerm e, me ji bo Serokê xwe çi kiriye?

Welatiyê 77 salî ku 4 caran Rêber Abdullah Ocalan dîtiye, got: “Rêbertiyê bal kişand ser girîngiya xebata gel, karê bê kêmasî û têkoşînê. Divê em xwediyên rihê berpirsyariyê bin. Şerm e ku Serokê we hîn ne azad e. Me ji bo wî çi kiriye?”

Kalê 77 salî: Şerm e, me ji bo Serokê xwe çi kiriye?
26 tebax, 2024   03:10
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Enwer Bekir (77) ji gundê Caanka yê bajarê Reco yê Efrînê ye. Di salên 1990’an de 4 caran çûye cem Rêber Abdullah Ocalan. Gotinên Rêber Abdullah Ocalan hîn di hişê wî de olan didin û acizahiya xwe ya li dijî tecrîdê tîne ziman, banga têkoşînê dike.

Apê Enwer cara yekê sala 1989`an li Akademiya Mahsûm Korkmaz a Lubnanê tevî 70 kesên din bi Rêber Abdullah Ocalan re rûniştiye. Ewer diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan Kurdistan û dagirkerên wê pênase kirine û got: “Me wê demê wateya rast û kûrihiya têgeha welat nas nedikir. Pêwîstiya Kurdan bi naskirina dîrokê, naskirian xwe hebû.”

Apê Enwer hevdîtinên xwe yên bi Rêber Abdullah Ocalan re wekî, “kêliyên herî durist û xwedî wate” binav kirin û got: "Hîna di bîra min de zindî ne. Çiqas pîr bibim jî jibîr nakim."

Enwer Bekir ku 3 rojan li akademiyê maye, da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan bal kişandiye ser mijara jinê û wiha dom kir: “Doza jinê rojeva civînan bû. Rêber Abdullah Ocalan digot; ‘hûn heta niha jinan wekî koleyên xwe dibînin. Ez vê rewşê qebûl nakin. Ez ê hewl bidim wê rizgar bikin. yên ku bi fikrên min bawer dikin divê mîna min bikin. Rê li pêşiya wan negirin, bihêlin mafên xwe bidest bixin. Bila têkiliya we hevaltî be, wekî yak u pergalên desthilatdar ji we re xêz kiriye nebe’. Dixwest em rastiya hebûn û doza xwe zanibin û wisa nêz bibin.”

Apê Enwer dema ji Lubnanê vedigere, navaroka civînan bi rêya civînan radigihîne şêniyên Helebê. Têkildarî wê got: "VegotinaBi rêya vegotina wan civînan, fikrê cuda û yê rast, şênî tev li tevgera rizgariya Kurdistanê bûn."

Sala 1990`an apê Enwer careke din tevlî civîna Rêber Abdullah Ocalan bûye. Apê Enwer diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan di wê civînê de, gotiye, “Tişta dihêle em li ser lingan bisekinin xwedîderketina gel e, hêz û piştgiriya em ji gel digirin e” bal kişandiye ser girîngiya xebatên gel û civakê. 

Enwer Bekir di heman salê de vê carê li gel hevjîn û kurê xwe çûye cem Rêber Abdullah Ocalan û dibêje ku girseyek qelebalix hatibû, lewma ev serdan ji bo wan wekî “Cejna Newrozê” bû.

‘BAL KIŞAND SER RÊBAZA RAST A TÊKOŞÎNÊ’

Enwer Bekir anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan di wê civînê de li ser têkoşîna rast rawestiyaye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji me re got; ‘Kurdistan bi kurdan ve girêdayî ye. Bêyî Kurdistan kurd nîn in. Bêyî Kurd jî Kurdistan nîn e. Divê Kurd xwe, dîrok û koka xwe analîz û nas bikin. Serî li hemberî pergalên desthilatdar hildin. Rêbazên rast ên têkoşîna rizgariyê hilbijêrin’."

Enwer Bekir cara dawî jî di Newroza sala 1991’yan de Rêber Abdullah Ocalan dîtiye. Ewer anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan wê demê jî behsa girîngiya meşandina karê bê kêmasî kiriye û xwestiye ku herkes rast û durist kar bike.

‘EM NIHA BEŞEKE BIÇÛK DIMEŞÎNIN’

Bi nêrîna apê Enwer Kurd niha beşeke biçûk a têkoşîna ku Rêber Abdullah Ocalan behsa wê dike, dimeşînin û wiha dom kir: "Divê em xwediyên rihê berpirsyariyê bin da ku em azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe bi dest bixin. Şerm e em bêjin, em Kurd û heta niha Serokê me ne azad e. Me ji bo wî çi kiriye? Ew ji ber me dîl hate girtin û heta niha girtî ye."

(şx/a)

ANHA