Rojnamevanên jin: Em ê rastiya dewleta Tirk teşhîr bikin

Rojnamevanên jin destnîşan kirin ku dê têkoşîna Gulîstan Tara û Hêro Behadîn berdewam bikin û rastiya dewleta Tirk a dagirker teşhîr bikin.

Rojnamevanên jin: Em ê rastiya dewleta Tirk teşhîr bikin
26 tebax, 2024   05:10
REQA

Înê (23`yê Tebaxê) balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker li navçeya Seyidsadiq a ser bi bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ve erebeya şîrketa Çeter a ragihandinê bombebaran kir. Di encamê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn şehîd bûn û 6 din birîndar bûn. 

Hevseroka Nivîsgeha Ragihandinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Dêrazorê Xedîce El Ebdullah êriş şermezar kir û got, ev  êriş li dijî ragihandina heqîqetê û civakê bi giştî ye.

Xedîce destnîşan kir ku li seranserî cîhanê azadiya derbirînê bingeheke demkorasiyê ye û got: "Divê demokrasî were pêşxistin ne ku bê veşartin û astengkirin."

Xedîce wiha domand: "Ev êriş, bandor li karê me nake. Berdêl çi dibe bila bibe em rastiyê ragihînin."

Nûçegihana JIN TV`yê Fatme El Hac jî anî ziman ku êrişa li ser rojnamevanan sûc e û got: "Ev êriş li dijî tevahî nirx, pîvan û qanûnên navneteweyî û binpêkirina azadiya çapemeniyê ye."

Fatme bang li saziyên navneteweyî yên têkildarî mafên rojnamevanan û azadiya çapemeniyê kir ku li hember êrişa li ser rojnamevanan helwesteke cidî nîşan bide û wê wekî sûcekî şer ku dewleta Tirk kiriye, bixe rojeva qadên navneteweyî.

Endama Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) Hîbe Fetîh jî hedefkirina karmendan çapemeniyê şermezar kir û got: "Armanca êrişan, bêdengkirina rastiyê û veşartina sûcên hovane yên li dijî gelên azadîxwaz têne kirin e."

Hîbe soz da ku rêya şehîdên çapemeniya azad berdewam bikin û rastiya dewleta Tirk a dagirker û binpêkirinên wê teşhîr bikin.

(şx)

ANHA