Rayedarên Îran û DYA’yê îro li Ûmmanê li hev dicivin 

Îran û Amerîka bi armanca destpêkirina dan û standinên nû yên li ser mijara nukleerî ya Îranê îro li Ûmmanê li hev dicivin.

Rayedarên Îran û DYA’yê îro li Ûmmanê li hev dicivin 
12 nîsan, 2025   09:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi armanca çareserkirina pirsgirêkên nukleerî yên Îranê, îro li Ûmmanê dest bi hevdîtinan dikin.

Serokê DYA’yê Donald Turmp dixwaze hevdîtin "rasterast" be, lê rayedarên Îranê dixwazin hevdîtin "ne rasterast" bin. Her du aliyan tevî ku behsa derfetên pêkanîna hin pêşketinan kiriye jî lê li ser awayê hevdîtinê li hev nekiriye.

Hevdîtin dê bi beşdarbûna wezîrê karên derve yê Îranê Ebas Eraqçî û nûnerê taybet ê Rojhilata Navîn ê DYA’yê Steve Witkoff û bi navbeynkariya wezîrê karên derve yê Ûmmanê Bedir El Busaidî pêk werin.

(bb)