Rojnamayên erebî: Tirkiye Foruma Antalyayê ji bo piştgiriya Colanî bi kar tîne

Çavdêran got Tirkiyeyê Foruma Antalyayê ji bo bihêzkirina peywendiyên hikumeta nû ya Sûriyeyê bi hêzên herêmî û navneteweyî re bi kar aniye.

Rojnamayên erebî: Tirkiye Foruma Antalyayê ji bo piştgiriya Colanî bi kar tîne
12 nîsan, 2025   09:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro rewşa Sûriyeyê, tevgerên dewleta Tirk, aloziya DYA û Îranê û rewşa Lubnanê nirxandin.

‘ERDOGAN PIŞTGIRIYÊ DIDE HELWESTA ŞERÎ YA LI HERÊMÊ YA LI DIJÎ ÎSRAÎLÊ’

Rojnameya El Ereb der barê mijara Sûriyeyê de wiha nivîsî: "Serokkomarê Tirk Receb Tayîp Erdogan xwest Foruma Antalyayê bi kar bîne da ku rê li ber serokê Sûriyeyê Ehmed Şerî veke ku bi kesên beşdar re hevdîtin bike, di çarçoveya piştgirîkirina helwesta wî ya herêmê û navneteweyî de. Tirkiye bi vî awayî bersivekê dide Îsraîlê ku li dijî Tirkiyeyê balafirxane û hin deverên Sûriyeyê bombabaran dike.”

Rojnameyê her wiha nivîsî: "Ji bo Erdogan girîng e ku Şerî bibe kesayeteke navdar li herêmê, ji ber ku ev yek serkeftina planên Tirkiyeyê nîşan dide ku wê karîbû serokê Sûriyeyê Beşar Esed biguherîne û li şûna wî kesayeteyeke pragmatîk û aram ku bikare bi welatên herêmê re têkiliyên erênî ava bike, danî.”

‘TRUMP AN DÊ LI ÎRANÊ BIXE YAN JÎ DÊ DÎPLOMASIYÊ BI KAR BÎNE’

Der barê mijara Îranê de jî rojnameya El Şerq El Ewset nivîsî: "Pisporên amerîkî ji bo encamên dan û standinên Îran-DYA’yê ku roja şemiyê li Ummanê tên lidarxistin, texmîn dikin ku şansê lihevkirin û şer wekhev in.

Li gorî pêvajoya dan û standinan, serok Donald Trump, ji bo çareserkirina nîgeraniyên xwe yên têkildarî bernameya nukleerê ya Îranê û rola Tehranê li Rojhilata Navîn, dikare biryarê bide ka dîplomasiyê bi kar bîne yan hêza leşkerî.

‘DIYALOGA BI HIZBULLAHÊ RE: TESLÎMBÛN AN TAKTÎK E?’

Der barê rewşa Lubnanê de jî rojnameya Independent Arabia bal kişande ser vê yekê ku daxwaza serokkomar bo diyaloga li gel Hizbullahê, destpêka qonaxeke nû ye di nêzîkbûna dewletê de ji bo pirsa çekan. Lê alavên pêkanîna wê lawaz in, pêdivî bi hêzeke navneteweyî û herêmî heye da ku bi ser bikeve. Tevî ku ew gaveke girîng e jî, lê dibe ku ew tenê "agirbesteke devkî" be, eger ew bi peymaneke berfireh ku sînorên Lubnanê derbas dike, neyê temamkirin.

(k)