QSD`ê nasnameyên du şehîdan aşkera kirin

Navenda Ragihandinê ya QSDˊê nasnameyên du şervanên xwe ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne, aşkera kirin.

QSD`ê nasnameyên du şehîdan aşkera kirin
24 tebax, 2025   15:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameyên du şevanên xwe ku di dem û cihên cuda de şehîd bûbûn aşkera kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şervanê QSD`ê Mihemed (Mihemed Mutaa Xalid El Hisanî) di bersivdana dijî êirşkeke çeteyên DAIŞ`ê de û şervanê QSD`ê Yehya El Tehiş (Yehya Mihemed El Tehiş) dema li ser erkê xwe bû di qezayekê de, şehîd bûne.

QSDˊê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ruxmî ku ev nû tev li hêzan bûne, lê her du hevrê coş û wêrekiya xwe ya mezin di performansa erkên xwe de diyar kirin, mînakên dîsplîn û pabendbûna perspektîfên û qanûnên di nava hêzan de bûn. Li hember xeteriyên dijî herêmê bi wêrekî û lehengî erkên xwe pêk dianîn.

QSD`ê sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest û soza berdewamkirina doza wan da.

Agahiyên li ser nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nasnav: Mihemed

Nav û paşnav: Mihemed Mutaa Xalid El Hisanî

Navê dayikê: Kefa Heyanî

Navê bav: Xalid

Cihê jidayikbûnê: Heleb

Cihê û dîroka şehadetê: Tebqa - di dema şerê li dijî DAIŞˊê de - 19`ê Tebaxa 2025`an.

Nasnav: Yehya El Tehiş

Navê û paşnav: Yehya Mihemed El Tehiş

Navê dayikê: Nahîde

Navê bav: Mihemed

Cihê jidayikbûnê: Idlib – El Ramî

Cihê û dîroka şehadetê: Reqa - El-Rusafa -  21`ê Tebaxa 2025an .

(k)