Îsraîlê ciwanekî ji Quneytîrayê girtibû berda

Hêzên Îsraîlê ciwanekî ji bajarokê Cubata El Xeşeb ê Quneytîrayê girtibû berda.

Îsraîlê ciwanekî ji Quneytîrayê girtibû berda
25 mijdar, 2026   20:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Îsraîlê şeva din, di ketina bajarokê Cubata El Xeşeb ê Quneytîrayê de ciwanek girtibû û îro berda.

Ji hilweşîna Baas’ê ve, tevger û ketinên Îsraîlê li bajarên Quneytîra û Derayê zêde dibin, li kêleka wê jî serdegirtin û girtin didomin.

(f)