Li Reqayê piştgiriya zarokên nexweşiya şekir hate nîqaşkirin

Li Reqayê bi armanca hişyarkirina xwediyên zarokên nexweşiya şekir, semînerek hate lidarxistin. Her wiha ji bo misogerkirina piştgiriya şagirtên nexweş jî, pêşniyarên di semînerê de hatine kirin, dê bi Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Reqayê re werin nîqaşkirin.

24 tebax, 2025   17:47
REQA

Klûba Nexweşiya Şekir a kantona Reqayê, bi hevkariyai Meclisa Jinan a Partiya Sûriye Pêşerojê, semînereke hişyarkirinê li ser nexweşiya şekir, da.

Di semînera ku li hola El Bistan a bajêr hate lidarxistin de, xwediyên zarokên nexweş, endamên Meclisa Jinan a Partiya Sûriye Pêşerojê û endamên klûbê yê kantona Reqayê beşdar bûn.

Armanca semînerê, hişyarkirina şêniyan ji nexweşiya şekir a zarokan e bi taybet bi nêzîkbûna vekirina dibistanan re ku wan rûbirûyî zehmetiyan dihêle.

Di vê semînerê de zarok an jî şagirtên temenê wan di navbera 6 heta 12 saliyê de xala sereke bû, da ku bigihêjin siyaseteke perwerdeyê ya diyar a der barê danûstandina bi zarokên nexweş re di nava dibistanan de.

Bijîşk û pisporê nexweşiyên hundirîn û ardrokrînolojiyê Dr. Riyad El Elî semîner bi rêve bir. Dr. Riyad behsa sedemên ji ber wê jin, zarok û mêr bi nexweşiya şekir dikevin şîrove kir. Dûre faktorên genetîkî û hawîrdorî, rêbaza jiyanê ne netendurist mîna tevgera kêm, xwarina nebaş, her wiha cureyên nexweşiya şekir, bi bîr xistin.

Dr.El Elî bal kişand ser rola girîng a penkiriyasê di îfrazkirina însulînê de û birêxistinkirina asta şekir di xwînê de û got: “Her kêmasiyeke di penkiriyasê de dikare bibe sedema aloziyên tenduristiyê yên duqat nemaze li gel zarokan ku pêwîstiya wan bi şopandineke hurgul ji pêvajoyên yekemîn ên nexweşiyê ve, heye.”

Di dawiya semînerê de, têkildarî nexweşiyê gelek pêşniyar hatin kirin ku dê dûre rêveberiya Klûba Nexweşiya Şekir bi Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê re nîqaş bike.  

Pêşniyarên herî girîng ev in: Kengî pêwîst bike divê xwînê zarokên nexweş bê testkirin, li gorî bernameyeke diyar însulînê bidin zarokên nexweş, dema pêwîst kir zarok navbreke xwarinê ya biçûk bistîne, xwarina firavînê di dema xwe de bixwin û divê di vê wextê de zarok serbest be kengî xwarinê biqedînin, kengî pêwîst kir biçin avê vexwin û biçin destavê.

Her wiha ji bo mamosteyan û rêveberiyên dibistanan jî gelek pêşniyar hatin kirin jê: divê mamoste û rêveberên dibistanan fêm bikin ku zarokên nexweş ne hewceyî danûstandineke taybet in, lê ew jî weke hevalên xwe ne. Lewma hêvî ji rêveberiyên dibistanan jî hate kirin ku piştgiriyê bidin şagirtên nexweşiya şekir ji bo ku xwendina xwe temam bikin, divê ji bo şagirtên nexweşiya şekir, kartên ezmûnan ên taybet hebin.

Beriya vê semînerê jî, li kantona Reqayê bi şênî û malbatên zarokên nexweşiya şekir re civîn hatin lidarxistin. Di wan civînan de, rêbazên parastina zarokên nexweş û piştgiriya pêwîst hatin nîqaşkirin.

Hêjeyî bi bîrxistinê ye ku Klûba Nexweşiya Şekir a Zarokan li ser asta Sûriyeyê ya yekemîn e ku beriya 3 salan li bajarê Reqayê hate vekirin. Niha jî 3 hezar û 29 endamên wê yên nexweş hene ku temenê wan di navbera rojekê heya 20 saliyê de ne.

(ac/şx)

ANHA