Jinên rêveber: Divê aboriya jinan serbixwe be

Rêveberên saziyên jinan da zanîn ku divê jin di aliyê aborî de serbixwe bin da ku bikarin bi rûmet bijîn.

Jinên rêveber: Divê aboriya jinan serbixwe be
26 mijdar, 2026   03:27
HESEKÊ
CÎHAN MIHEMED

Jinên rêveber tundiya ji aliyê aborî ve li ser jinan tê kirin ji ajansa me re nirxand û got divê derfet çêbe hemû jin bixebitin.

Rêvebera Saziya Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan Reşa Derwîş got: "Gelek pirsgirêkên aborî û madî hene li pêşiya jinan dibe asteng. Mînak kevneşopî, hişmendiya baviksalarî ya ku ferz li ser jinan dike ku bêdeng bimînin, destûrê nadin jinan ku bixebitin û wan ji her tiştî mehrûm dikin."

Ji bo ku pirsgirêkên aborî yên jinan bêne çareserkirin Reşa Derwîş got: "Divê atolyayên perwerdeya pîşeyî bêne birêxistinkirin. Piştî ku jinan ji aliyê pîşeyî ve fêrbûn dikarin bixebitin û pêdiviyên xwe pêk bînin."

Reşa Derwîş anî ziman ku qanûn li ber xebtandina jinan dibe asteng û wiha lê zêde kir: "Di destûrê Sûriyeyê de qanûn hene li ber xebatandina jinan dibe asteng. Ji ber vê yekê divê ev qanûn bêne guhertin. Ji bo mafên jinan bêne parastin û bi edalet nêzî rewşa jinan bibin divê ji nû ve qanûn bêne dayîn û têkevin meriyetê de. Rêxistin û saziyên jinan ji bo vê yekê têdikoşin. Divê derfet çêbe jinan ji aliyê aborî ve ser bi xwe bin."

Rêvebera Saziya Xizmetguzarî ya Civakî û Pêveçûnê ya Jinan Nûra Mûsa jî axivî û got: "Tundî ji aliyê siyasî, devkî, fîzîkî û hwd li ser jinan tê kirin. Lê ji aliyê aborî ve tundî li jinan kirin ji hemû cureyên tundiyê xeternaktir e. Dema ku qedexe dikin jinan fêr bibin, bixebitin û çavkaniyên wan yên darayî dixin bin kontrola xwe de, tundiya herî mezin li wan tê kirin. Êdî jinan nema dikarin xwendina xwe berdewam bikin, hîs dikin ku zilm li wan tê kirin û her tim xwe lewaz dibînin."

Çareseriya pirsgirêka aborî ya jinan li gorî nêrîna Nûrayê serxwebûna aborî ye û wiha axivî: "Heke jinan ji aliyê aborî ve ser bi xwe bin, bawerî didin xwe, dibin xwedî îrade, kesayeta xwe xurt dikin û dikarin berpirsyariya malbata xwe rakin. Her wiha cihê xwe di navendên biryarê û avakirina civakê de werdigirin. Jinên xwendekar û zana dikarin cihê xwe di hemû xebatê de wergirin."

Her wiha seroka Lijneya Rêveber a Komeleya Bijîşkên Sûrî li Hesekê Semer El Somayî jî axivî û got: "Jinan ne tenê nîvê civakê ne, ew hemû civak in. Heke rewşa jinan baş be erînî bandorê li ser rewşa civakê dike. Jinên bermalî gelekî dixebitin û diwestin lê hevjînê wan destê xwe datîne ser pereyên wan. Her wiha edalet nîne, jinan ji mêran zêdetir dixebitin lê mûçeyê wan kêm e."

Di dawiyê de Semer El Somayî got: "Em bang li hemû jinan dikin ku bixebitin, tê bikoşin û bigihêjin mafên xwe. Heke çavkaniyeke darayî ya jinan hebe ew dikarin bi rûmet bijîn."

(np)

ANHA