QSD`ê li Kobanê 2 malbat li hev anîn

QSD’ê 2 malbatên ji gundên Zorava û Siftekê yên Kobanê piştî 35 salan ji pirsgirêkên navxweyî, li hev anîn.

QSD`ê li Kobanê 2 malbat li hev anîn
QSD`ê li Kobanê 2 malbat li hev anîn
QSD`ê li Kobanê 2 malbat li hev anîn
QSD`ê li Kobanê 2 malbat li hev anîn
QSD`ê li Kobanê 2 malbat li hev anîn
QSD`ê li Kobanê 2 malbat li hev anîn
QSD`ê li Kobanê 2 malbat li hev anîn
QSD`ê li Kobanê 2 malbat li hev anîn
QSD`ê li Kobanê 2 malbat li hev anîn
QSD`ê li Kobanê 2 malbat li hev anîn
QSD`ê li Kobanê 2 malbat li hev anîn
QSD`ê li Kobanê 2 malbat li hev anîn
QSD`ê li Kobanê 2 malbat li hev anîn
QSD`ê li Kobanê 2 malbat li hev anîn
QSD`ê li Kobanê 2 malbat li hev anîn
QSD`ê li Kobanê 2 malbat li hev anîn
QSD`ê li Kobanê 2 malbat li hev anîn
QSD`ê li Kobanê 2 malbat li hev anîn
QSD`ê li Kobanê 2 malbat li hev anîn
QSD`ê li Kobanê 2 malbat li hev anîn
QSD`ê li Kobanê 2 malbat li hev anîn
QSD`ê li Kobanê 2 malbat li hev anîn
QSD`ê li Kobanê 2 malbat li hev anîn
QSD`ê li Kobanê 2 malbat li hev anîn
QSD`ê li Kobanê 2 malbat li hev anîn
QSD`ê li Kobanê 2 malbat li hev anîn
QSD`ê li Kobanê 2 malbat li hev anîn
18 îlon, 2025   13:35
KOBANÊ

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) 2 malbatên ji gundên Zorava û Siftekê yên Kobanê ku ji beriya 35 salan ve di navbera wan de pirsgirêkên li ser erdan derketibûn, li hev anîn.

QSD`ê ji bo lihevanîna her du malbatan li Qada Şehîd Egîd 6 kon vedan. Şêniyên Reqa, Tebqa, Eyn Îsa, Sirînê û gelek rûspî û şêxên Ereb, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, nûnerên QSDˊê, rêxistinên jinan ên kantona Firatê, partiyên siyasî, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û nûnerên her du gundan di bin kon de amade bûn.

Merasîma lihevanînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Dûre hevserokê Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa got: "Em gav bi gav ber bi çareseriyan ve diçin. Em dikarin hemû pirsgirêkan çareser bikin û va ye em gihaştin vê astê ku me pirsgirêka 35 salan a di navabera her du malbatan de çareser bikin.”

Endamê Fermandariya QSD’ê Çiya Kobanê jî axivî û wiha got: "Kombûna me li vê derê ji bo ku em pirsgirêkeke 35 salan çareser bikin. Piştî hilweşandina rejîma Baasê dewleta Tirk û çeteyên wê êrişî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, lê li hemberî vê yekê ew rastî berxwedana YPJ, YPG û QSD`ê û berxwedana gelê me ya li Bendava Tişrînê, Dêr Hafir û Qereqozaqê hatin. Şervan û gelê me bi xurtî li hember dijmin sekinîn û êrişên wan têk birin.”

Çiya Kobanê da zanîn ku ew rihê berxwedanê berdewam e û got: "Gelê me ji bo azadî, demokrasî, aştî û çareseriyan her tim li ber xwe dide û va ye gelê me di pirsgirêkên navxweyî de jî li kêleka hev e. Li ser vê bingehê em kom bûne. Em wek QSD û Rêveberiya Xweser amade ne ku van pirsgirêkên navxweyî hemûyan çareser bikin. Gelê Kobanê hem şerê li ser Kobanê hem jî li Bendava Tişrînê li ber xwe da û li kêleka şervanên xwe bûn, îro jî di nava xwe de jî ji bo aştiya gelê Kobanê pirsgirêkan çareser dike."

Hevseroka Meclisa Lihevanînê ya Kantona Firatê Siltana Hemîdî jî diyar kir ku gelê Kobanê bi berxwedana xwe mohra xwe li dîrokê xist û wiha got: “Wekî tê zanîn ku jinan di dîrokê de rola edalet û aştî û wekheviyê dida meşandin û her tişt li derdora jinan bû. Lê careke din em wek jin dixwazin roleke sereke di nava civakê de bilîzin. Em dixwazin hemû pirsgirêkên navxweyî yên di nava civakê de çareser bibin û divê hemû gelê me destê xwe dirêjî aştî û çareseriyan bike.”

Cîgirê hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El Ebid anî ziman ku hemû kesên ku destê xwe di vê lihevanînê de heye, silavên xwe ji wan re dişînin û wiha got: "Em hemû, çi Kurd, Ereb, Suryan û Aşûr û neteweyên din, yek in. Divê em destê xwe bidin hevdu û ji bo aşitî û çareserkirina pirgirêkan têkoşîn bikin û hemû pisgirêkên navxweyîn yên di nava gel de çareser bikin. Dema ku pirsgirêkên navxweyî werin çareserkirin wê demê kes nikare vîn û hêza gelê me bişkîne."

Li ser navê malbatan Hemdan El Ebid spasiya QSD`ê û Rêveberiya Xweser kir û got raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji bo aştiyê û wekehiyê ye, li dijî parçebûnê ne.

Di dawiya merasîma lihevanînê de xwarin hat danîn.

(sş)

ANHA