Li Xezayê hejmara kuştiyan 65 hezar derbas kir

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku ji Cotmeha 2023’yan ve di encama êrişên Îsraîlê de 65 hezar kes hatine kuştin. Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê 50 cih bombebaran kirine û korîdoreke mirovî ya demkî ji koçberan re vekiriye.

Li Xezayê hejmara kuştiyan 65 hezar derbas kir
18 îlon, 2025   13:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê bîlançoya nû ya kuştiyên êrişên li ser Xezayê weşand. Li gorî wezaretê, ji destpêka Cotmeha 2023’yan ve zêdetirî 65 hezar kes hatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê şevê din nêzî 50 cih li Xezayê bombebaran kirine. Her wiha da zanîn ku wê li Kolana Reşîd ku bi deh hezaran kes lê dimînin, korîdoreke demkî vekiriye.  Hate diyarkirin ku ji bajar tevgereke hêdî ya koçberiyê heye.

(bb)