QSD: Li Reqayê şaneyeke xeternak hat bêbandorkirin

QSD'ê ragihand ku hêzên wê bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî operasyoneke ewlehiyê li hundirê bajarê Reqayê pêk anî û di encamê de şaneyeke xeternak bê bandor kir.

QSD: Li Reqayê şaneyeke xeternak hat bêbandorkirin
14 nîsan, 2025   20:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) ên girêdayî QSD'ê bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî roja duşemê operasyoneke ewlehiyê li hundirê bajarê Reqayê pêk anî  û şaneyeke terorîst a xeterank bê bandor kir.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin:

"Hîna rêxistina "DAIŞ’ê" ya terorîst hewl dide xwe vejîne û sûdê ji rewşa aloz a heyî wergire ku rêxistina xwe xurt bike, her wiha şiyanên leşkerî û mirovî yên nû werdigire û di êrişên wê yên terorane yên li seranserî erdnîgariya Sûriyeyê de dibe alîkar. Lê hêzên me bi ser wan şaneyên terorîst ên ku xwe li herêmên me vedişêrin de digirin. Ew şane dema derfetê dibînin êrişên terorane pêk tînin. Hêzên me endamên şaneyan digirin û pêşî li pêkanîna êrişên wan ên terorane yên li dijî hêzên me yên leşkerî, sivîl û saziyan de digirin.

Girêdayî mijarê TOL’ê yên girêdayî hêzên me, QSD’ê, îro (duşem) li hundirê bajarê Reqayê operasyoneke ewlehiyê ya kontrolkirî pêk anî û şaneyeke xeternak a rêxistina "DAIŞ’ê" a terorane bê bandor kir.

Piştî agahiyên têr û tije li ser tevger û xebata şaneya terorîst wergirtin û cihê wê diyar kir, hêzên me bi piştevaniya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî bi ser maleke li bajarê Reqayê de girt. Ew mal cihê kombûn û belavbûna erkan di nava endamên şaneyê de ye. Hêzên me bi ser qaşo mêvanxaneyê de girt û serçeteyê şaneyê "Emîr" ê bi navê Ebid Îd û bi nasnav Ebî Zehre û 4 çeteyên pê re girtin. Navên wan 4 kesan wiha ne: Hisên Mihemed (Ebî Meaz), Ebid El Yûsif (Ebî Hadî), Casim Salih (Şemerî) û Hemed El Xelef (Usama û Ebû Omer).

Şaneyê pêşwaziya çeteyên DAIŞ'ê yên ji derveyî Reqayê dihatin, dikir û ew li nava şaneyên terorîst belav kirin. Her wiha endamên şaneyê yên ku hatine girtin cebilxane, teqemenî û madeyên lojîstîk ji bo pêkanîna êrişekê li dijî girtîgeha Reqayê ku tê de girtiyên DAIŞ'ê hene, peyda dikirin. Lê di encama girtina wan de ev plana êrişê hat têkbirin.

Hêzên me diyar dike ku ew ê di operasyonên xwe yên ewlehî û leşkerî de ji bo derbekirina bingehên rêxistina terorîst, ziwakirina çavkaniyên wan ên madî û manewî de bidomînin. Xeteriya rêxistinê hîna heye, bi wê re divê hevkariyeke navneteweyî û xwecihî ya zêde hebe, ji ber ku ev rêxistin rewşa aloz û tevliheviya ewlehî ya li Sûriyeyê firset digire."

(mh/fr)