PYD'ê komkujiya "Enfalê" şermezar kir

PYD'ê di salvegera 37'emîn a komkujiya Enfalê de, bêdengiya navneteweyî ya li hemberî komkujî û binpêkirinên li dijî gelê Kurd şermezar kir û soza xwe ya berdewamkirina têkoşînê da.

PYD'ê komkujiya "Enfalê" şermezar kir
14 nîsan, 2025   20:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya salvegera 37'emîn a komkujiya Enfalê daxuyaniyek da û bi yek ji hovîtirîn sûcên birêxistinkirî di serdema nûjen de wesif kir. PYD’ê di daxuyaniyê de banga pêkanîna edaleta ji qurbaniyan re û hesab ji berpirsan were xwestin kir û diyar kir ku ew heta pêkanîna azadî û rûmeta gelê Kurd têkoşîna xwe li ser fikra şehîdan dewam dikin.

Di daxuyaniya PYD’ê hat gotin hemleya ku rejîma Baas’ê ya Iraqê ya berê li dijî gelê Kurd li Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê pêk anîbû hemleyeke birêxistinkirî bû û armanc qirkirin bû. Di encama wê hemleyê de piranî jin, zarok û temenmezin zêdetirî 200 hezar sivîl hatin qetilkirin, her wiha bi hezaran penaber bûn û hejmareke mezin a qurbaniyan jî di gorên komî de hatin defin kirin û hîna aqûbeta gelekan jî heta roja îro ne diyar e.

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku fermana Enfal di bin navê olê ku xwe dispêre ayeta Enfalê pêk hat. Bi wê yek xwestin sûcê rewa bikin, lê rastî zihniyeta nijadperestî ya înkarker nîşan dide ku ew ji bilî xwe qebûl nakin, bi taybet jî gelê Kurd.

Her wiha PYD’ê anî ziman ku bêdengiya navneteweyî ya wê demê li hember vê komkujiyê erêkirina dewamkirina sûcan li dijî Kurdan li her derê çêkir û piştre jî komkujiya Helebce, Şengal û Kobanê pêk hatin.

Di dawiya daxuyaniyê de PYD'ê soza domandina têkoşînê û şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna azadiya gelê Kurd dubare kir û bang li hêzên siyasî û navneteweyî kir ku nehêlin mîna van komkujiyan dubare bibin, hesab ji sûcdaran bixwazin, mafên qurbanî û malbatên wan bidinê.

(mh/fr)

ANHA