Dozên Newaf Selam li Şamê nîqaş bike hatin aşkerakirin

Çavkaniyekî hikumeta Lubnanê sedem û armanca serdana serokwezîrê Lubnanê ji bo Şamê aşkera kir. Çavkanî diyar kir ku ev serdan ji bo sererastkirina têkiliyên her du welatan û kontrolkirina rewşa ewlekariyê ya li ser sînor û girtina deriyên sînorî yên nerewa wê qonaxeke nû ava bike.

Dozên Newaf Selam li Şamê nîqaş bike hatin aşkerakirin
14 nîsan, 2025   19:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyekî hikumeta Lubnanê ku ji AFP’ê re aşkera kiriye, serokwezîrê Lubnanê Newaf Selam, ji bo ku rêveçûna têkiliyên her du welatan bi Ehmed El Şeri re sererast bike gihîşt Sûriyeyê.

Çavkanî diyar kir ku ev serdan wê ji bo sererastkirina rêveçûna têkiliyên her du welatan bibe qonaxek ku xwe bispêre hevrêzgirtinê. Çavkanî anî ziman ku wê Selam û El Şeri dozên xwedî girîngiya hevbeş nîqaş bikin, her wiha rewşa ewlehî ya li sînor, qedexeya qaçaxçîtiyê û girtina deriyên nerewa jî gotûbêj bikin.

Li gorî çavkanî, Selam îsrar kir ku ji nû ve lihevkirinên berê û derfeta danîna lihevkirinan di gelek aliyan de werin lêkolînkirin. Li kêlek wê jî komîteya lêpirsîna siûqastkirinên li Lubnanê çêbûne û rejîma berê ji bo wan hatiye tawanbarkirin.

Rejîma Sûriyeyê ya berê bi siûqastkirinên berpirsên Lubnanê hate tawanbarkirin; ji wan serokê hikumeta berê Refîq El Herîrî.

Tevî Selam, wezîrê derve Yûsif Recî, wezîrê parastinê Mîşêl Mensa û wezîrê Hundirîn Ehmed El Hecar serdana Şamê kir.

Çaverê bû ku Mensa meha borî serdana Şamê bikira û bi hevpîşeyê xwe yê desthilata Şamê Murhef Ebû Qesra re hevdîtin bikira, lê bi daxwaza Sûriyeyê serdan hat paşxistin.

Lê piştre Erebistana Siûdî herdu wezîr û hevpîşeyê wan ê Siûdî mîr Xalid Bin Selman Bin Ebdulezîz li Cedayê li hev civandin û li wir li ser girîngiya xêzkirina sînorê Lubnan-Sûriyeyê û hevkariya dijî astengiyên ewlehî û leşkerî lihev kirin.

(mh/fr)