ji QSD`ê daxuyanî der barê êrişên li dijî Dêr Hafirê de

QSD`ê bi daxuyaniyekê got êriş û binpêkirinên çekarên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li dijî bajarê Dêr Hafirê, hewldanên wan ji bo derxistina tevliheviyê û têkbirina ewlehiyê aşkera dikin. QSD`ê destnîşan kir kir ew ê xebatên xwe ji bo parastina gelên herêmê berdewam bike.

ji QSD`ê daxuyanî der barê êrişên li dijî Dêr Hafirê de
5 cotmeh, 2025   22:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) der barê êrişên çekdarên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li dijî bajarê Dêr Hafirê de daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî bi vî rengî ye: “Çekdarên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê êriş û binpêkirinên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. Di wan êrişan de, şervanên me û şênî dikin hedef. Ew ji van êrişan dixwazin ewlehiya herêmê têk bibin.

Vê sibê, balafireke xwekuj a girêdayî çekdaran, erebeyeke leşkerî li dora Dêr Hafirê bombebaran kir. Di encamê de 3 şervanên me birîndar bûn. Vê êvarê jî balafireke bêmirov a wan dîsa dewriyeyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn bombebaran kir û di encamê de 4 şervanên me birîndar bûn.

Niştecih bê serûber tên topbarankirin. Ev jî jiyana sivîlan rasterast dixe xetereyê û dixwazin bi van êrişan şêniyan bitirsînin.

Çekdarên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê 20`ê Îlonê li Dêr Hafirê komkujiyek kiribûn ku di encamê de 8 sivîl şehîd bûn. Di nav wan de zarok hebûn.

Ev êrişên dubare, hewldanên çekdarên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê di têkbirina ewlehiya herêmê û derxistina tevliheviyê de, aşkera dikin. Lê em careke din destnîşan dikin ku em ê erka xwe ji bo parastina gelê herêmê ji hewldanên têkbirina ewlehiya herêmê, bidomînin.”

(şx)