Hêzên Hikumeta veguhêz êrişî Dêr Hafirê kirin: 4 kes birîndar bûn

Navenda Ragihandinê ya QSDˊê diyar kir ku komên hikumeta veguhêz bi droneke xwekujî êrişî derdora bajarê Dêr Hafirê yê kantona Tebqayê kir, di encamê de 2 sivîl û 2 şervan birîndar bûn.

Hêzên Hikumeta veguhêz êrişî Dêr Hafirê kirin: 4 kes birîndar bûn
16 kanûn, 2025   17:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê diyar kir ku komên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi dronek xwekujî êrişî derdora Dêr Hafirê kir, 2 sivîl û 2 şervan birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku berêvara îro, komên hikumeta veguhêz bi droneke xwekujî êrişî gund û deverên derdora Dêr Hafirê kir, di encamê de 2 sivîl birîndar bûn. Lê dema şervanên QSDˊê hewl dida wan birîndaran rakin nexweşxaneyê ew jî hatin hedefgirtin û birîndar bûn.

Li gorî navendê, hedefgirtina tîmên ambulancê û nuqteyên tibî rageşiyek gelek xeternak e û binpêkirina tevahî qanûn û urfên navneteweyî ye, hikumeta veguhêz a Sûriyeyê berpirsa vê rageşiyê û bandorên wê û tu gefên li dijî ewlehiya herêmê û jiyana sivîlan e.

Navenda Ragihandina QSDˊê diyar kir ku hêzên wan di erkên xwe yên parastina sivîl û pêşkêşkirina alîkariyên mirovî ruxmî hewldanên bi zanebûn de berewam in û mafên wan ên rewa heye ku bersiva tevahî tehdîd û êrişan bidin ku parastina hêz û herêmên xwe bikin.

(fr)