Îsraîlê cihekî leşkerî li rojavayê Derayê topbaran kir

Çavkaniyên xwecihî da zanîn ku Îsraîlê cihekî leşkerî li bakurê gundê Cumle yê rojavayê Derayê topbaran kir, gelek top li derdora gund jî ketin.

Îsraîlê cihekî leşkerî li rojavayê Derayê topbaran kir
16 kanûn, 2025   17:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecihî da zanîn ku Îsraîlê cihekî leşkerî li bakurê gundê Cumle yê herêma Hawiza Yermûk a gundewarê rojava yê Derayê topbaran kir.

Çavkaniyan diyar kir ku 3 top li nêzî gund ketin, hemwextî wê dengê teqînan li bajarê Newa û derdora wî hat bihîstin. Heta niha agahî der barê ziyan û windahiyan de nehatine zanîn.

(mh/fr)