Dewriyeyek Îsraîlê derbasî gund û bajarokên Qeneytîrayê bû

Dewriyeyek artêşa Îsraîlê derbasî gelek gund û bajarokên Quneytîrayê bû, li ser rêya gundên Berîqa û Kodenê geriya.

Dewriyeyek Îsraîlê derbasî gund û bajarokên Qeneytîrayê bû
16 kanûn, 2025   17:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewriyeyek Îsraîlê kete gelek gund û bajarokên gundewarê Quneytîrayê. Dewriye ji 3 alavên leşkerî û 2 erebeyan pêk hat. Dewriye ber bi gundê Berîqa ve çû û li ser rêya gundên Berîqa û Kodenê yên Quneytîrayê de geriya.

Ev ketina nû, di çarçoveya berdewama çalakiya leşkerî ya Îsraîlê ya li nava xaka Sûriyeyê bi taybet li başûrê wê de, pêk hat.

(fr)