Komek çekdar xelkê Zehriyat a Şamê bi darê zorê malên wan derdixe

Komeke çekdar a hêzên hikumeta veguhêz vê sibehê bi ser herêma Zehriyat a li nêzî Balafirgeha Leşkerî ya Mezê ya Şamê de girt, li şêniyan da û di bin gefa çekan de 3 roj dem da wan ku malên xwe vala bikin.

Komek çekdar xelkê Zehriyat a Şamê bi darê zorê malên wan derdixe
9 cotmeh, 2025   18:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê sibehê komeke çekdar a hêzên hikumeta veguhêz bi ser şêniyên herêma Zehriyat a li nêzî Balafirgeha Leşkerî ya Mezê ya Şamê de girt.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) destnîşan kir ku komeke çekdar ji nêzî 15 kesan pêk tê, tevî 3 alavên hilweşandinê û hejmarek kamyon bi serkêşiya kesê bi navê "Ebû Nûr" ku berpirsê Komîteya Îskan a Giştî li herêmê de ye, girt. Di serdegirtinê de çekdaran li şêniyan da, heqeart li wan kir û di bin gefa çekê de hişt ku ew belgeyên valakirina malên xwe di 3 rojan de îmze bikin.

Li gorî şahidan, çekdaran li hin şêniyên hewl daye dîmena bûyerê bikişînin daye û telefonên wan li erdê xistine û gotinên mezhebperestî yên nebaş ji wan re gotine. Çekdaran rêyên ber bi herêmê ve girtin.

Piştre hin şêniyan hewl da serî li Wezareta Hundirîn û Parêzgerê Şamê bidin û giliyên fermî pêşkêş bikin, lê aliyên têkildarî red kirin ku wan pêşwaz û guhdar bike. Ebû Nûr ji şêniyan re got, "Giliyên we sûdê nakin, hûn razî bibin û nebin jî wê hûn werin derkirin. Wan kaxizên xwe bidin hev, tû sûd ji wan tune ye. Vê carê tu kes fêdê li we nake."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Zehriyat ji nêzî 50 malî pêk tê û di salên 1980ˊiyan de hatiye avakirin, li gel şêniyên wê belgeyên qanûnî yên fermî hene. Tevî wê jî di vê dawiyê de çekdarên li herêmê bi cih bûne malbat agahdar kir ku ew "êdî wan kaxizan qebûl nakin".

(fr)