Qahîre bang kir; êrişên Îsraîlê yên li djiî Lubnanê bi dawî bikin

Piştî zêdebûna êrişên hewayî yên Îsraîlê li dijî başûrê Lubnanê û zêdebûna egera rûdana şerekî nû bi Hizbullah re, balyozê Misrê li Beyrûtê banga destwerdana navneteweyî ji bo rawestandina rageşiyê kir. Hemwextî wê nûnera Amerîkayê Morgan Orgatus ji bo vehewandina rageşiyê û pêşîgirtina li berfirehbûna şer serdana Beyrûtê kir.

Qahîre bang kir; êrişên Îsraîlê yên li djiî Lubnanê bi dawî bikin
27 cotmeh, 2025   22:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi zêdebûna rageşiyê li ser sînorê Lubnan-Îsraîlê re, balyozê Misrê yê li Beyrûtê Elaa Mûsa banga destwerdana herêmî ya lezgîng kir ku, da ku êrişên Îsraîlê rawestin. Mûsa da zanîn ku Qahîre piştgiriyê dide hewlên dewleta Lubnanê ya ji bo pêşxistina aramiyê û sînordakirina çekan di destê dewletê de.

Mûsa di civîneke çapemeniyê ya piştî hevdîtina bi serokê Lubnanê Cozêf Ewn re got hevdîtinê firsetek ji bo lêkolînkirina nirxandina Qahîreyê ya ji bo pêşdeçûnên herêmî ava kir û anî ziman ku li hember êrişên Îsraîlê yên zêde yên li dijî Lubnanê pêdivî bi tevgerîna giştî ya dewletên ereb û herêmî heye ku êrişan vehewînin.

Mûsa destnîşan kir ku Qahîre piştgiriyê dide gavên ku Lubnan di aliyê dîsplînkirina ewlehî û serwerîkirina dewletê de pêk tînin û got Qahîre dikare ji bo derketina Lubnanê ji krîza heyî hevkariyê bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Îsraîlê di rojên dawîn de êrişên hewayî li dijî başûrê Lubnanê zêde kirin û di encamê de bi dehan kes hatin kuştin, piraniya wan endamên Hizbullah in.

Çavdêran diyar kir ku eger heye ku ev êriş bibin destpêka şerekî berfireh.

Girêdayî wê, li gorî medyaya Lubnanê, nûnera Amerîkayê Morgan Ortagus ji bo pêşîgirtina li hilweşîna rewşê yan jî berfirehbûna rûbera şer, gihîşt Beyrûtê.

Li gorî tora "Sky News Arabia" Morgan Ortagus dê bi berpirsên Lubnanê re rêbazên vehewandina rageşiyê û bicihanîna agirbestê li ser sînorê başûrê Lubnanê nîqaş bike.

(mh/fr)