Îsraîlê li Şerîda Xezayê êrişek pêk anî; 2 kes hatin kuştin

Di êrişa balafireke bêmirov a li dijî komeke Filistiyan li "Herêma Hemra" anku herêma sor de, 2 Filistînî hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Îsraîlê li Şerîda Xezayê êrişek pêk anî; 2 kes hatin kuştin
27 cotmeh, 2025   22:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên tibî yên Filistînî diyar kir ku di êrişa balafireke bêmirov a Îsraîlê li dijî bajarê Xan Yûnis ê başûrê Şerîda Xezayê de 2 filistînî hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Li gorî raporên ragihandinê, balafireke bêmirov a Îsraîlê mûşekek ber bi komeke filistîniyên ku li nêzî Xeta Zer a li bajarokê Ebsan a Mezin bûn ve, avêt, di encamê de 2 filistînî hatin kuştin û hin jî birîndar bûn.

Çavkaniyên meydanî jî aşkera kir ku her 4 Filistîniyên hatine hedefgirtin, ji malbata Qedîh in, nêzî herêma Şehayide ya li "Herêma Hemra" bûn, anku piştî xeta di navbera her du aliyan de, da ku derbasî mala xwe bin û hin kel û pelên xwe derxin. Lê balafira bêmirov a Îsraîlê ew hedef girtin.

Heman çavkaniyan anî ziman ku rakirina cenazeyên bi koordînaya rêxistinên navneteweyî re bi zehmetî pêk hat. Cenaze ji bo nuqteya Nasir a tibî ya li Xan Yûnisê hatin veguhastin. Hat destnîşankirin ku ev êriş dûrî nuqteyên bicihbûna hêzên Îsraîlê pêk hat.

(fr)