Xelkê Dirbêsiyê şehîdek oxir kir û gerîlayek bi bîr anî

Xelkê bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê cenazeyê akamdemisyenê Hêzên Xweparastinê şehîd Ebdulwehab Xelef defin kir û gerîlayê HPGˊê şehîd Şevger Dirbêsiyê bi bîr anî.

Xelkê Dirbêsiyê şehîdek oxir kir û gerîlayek bi bîr anî
Xelkê Dirbêsiyê şehîdek oxir kir û gerîlayek bi bîr anî
Xelkê Dirbêsiyê şehîdek oxir kir û gerîlayek bi bîr anî
Xelkê Dirbêsiyê şehîdek oxir kir û gerîlayek bi bîr anî
Xelkê Dirbêsiyê şehîdek oxir kir û gerîlayek bi bîr anî
Xelkê Dirbêsiyê şehîdek oxir kir û gerîlayek bi bîr anî
Xelkê Dirbêsiyê şehîdek oxir kir û gerîlayek bi bîr anî
Xelkê Dirbêsiyê şehîdek oxir kir û gerîlayek bi bîr anî
27 cotmeh, 2025   21:58
HESEKÊ

Bi sedan xelkê bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê cenazeyê akademisyenê Hêzên Xweparastinê şehîd Ebdulwehab li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê yê gundewarê Dirbêsiyê defin kir û tev li merasîma xiyabî ya gerîlayê HPGˊê Şevger Dirbêsiyê (Ridwan Osman) bû. Ebdulwehab Xelef di 25ˊê Cotmehê (2025) dema li ser erka xwe li Dirbêsiyê û şehîd Şevger Dirbêsiyê di 19ˊê Tebaxê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê, şehîd bûbûn.

Di merasîmê de endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê Hewlêr Kobanê sersaxî da malabata her du şehîdan û got ew li ser metoda şehîdên ku di oxira azadî û rûmetê de canê xwe daye, bimeşin.

Endamê Meclisa Leşkerî ya Amûdê jî Omran Orkêş jî got: "Em îro xatirê ji 2 şehîdên xwe dixwazin, yek li qadên fikra azad tê koşiya û jiyana xwe ji bo perwerdeya bi hezaran şervan feda kir û yê din ji lehengên HPGˊê ye ku li hember êrişên dagirkeriya Tirk bi fedakarî têkoşiya."

Li aliyekî din jî li ser navê malbata şehîd Şevger Dirbêsiyê, xwişka şehîd Raniya Osman axivî û sopa şopandina rêça şehîdan da.

Birayê şehîd Ebdulwehab Xelef, Mihemed Xelef jî got: "Şehîd ji destpêka Şoreşa 19ˊê Tîrmehê ve li qadên perwerdeyê bû û ji têkoşerên destpêkê bi gelê xwe re dilsoz bû."

Di dawiyê de wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

(fr)

ANHA