Pûtîn: Heta armanc pêk neyên şerê li Ukraynayê nasekine

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn diyar kir ku şerê li Ukraynayê wê heta armancên wê pêk werin, dewam bike. Pûtîn Donbas wekî xaka Rûsyayê û parçeyek wê bi nav kir.

Pûtîn: Heta armanc pêk neyên şerê li Ukraynayê nasekine
9 kanûn, 2025   22:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn diyar kir ku welatê wî, dê şerê li Ukraynayê heta ku armancên xwe bi dest bixe bidomîne. Daxuyaniyên Pûtîn di demekê de, ku nîqaşên ji bo bidawîkirina şerê li Ukraynayê tên kirin, pêk hatin.

Di civîna Konseya Pêşxistina Civaka Sivîl û Mafên Mirovan a Rûsyayê de, Pûtîn destnîşan kir ku şer wê bigihêje dawiyek mentiqî, wê hemû armanc werin bidestxistin.

Serokê Rûsyayê anî ziman ku Donbas axa Rûsyayê ye û ev rastiyek dîrokî ye.

Pûtîn ku Rûsya "Hewl dide vî şerî bi dawî bike" û ew neçar e bi hêza çekê bike.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky berê ragihandibû ku welatê wî, dê roja sêşemê plana aştiyê pêşkêşî DYAˊyê bike.

(ac/fr)

ANHA