Derdora balafirgeha Mezê ya Şamê hat topbarankirin

Li nêzî balafirgeha Mezê ya Şamê çend topên ji aliyê nenas ve hatine avêtin, ketin. Hêzên ewlehiyê yên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ketine seferberiyê.

Derdora balafirgeha Mezê ya Şamê hat topbarankirin
9 kanûn, 2025   22:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên ragihandinê yên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê da zanîn ku 3 topên ji aliyê nenas ve hatine avêtin, li nêzî balafirgeha leşkerî ya Mezê ya Şamê ketin. Hat diyarkirin ku tu windahî çênebûn, lê zirarên madî çêbûn. Hêzên ewlehiyêê yên hikumeta veguhêz rêyên derdora deverê girtin, dest bi lêpirsîn û lêkolînan kir.

Di heman çarçoveyê de malper û rûpelên ragihandinê da zanîn ku dengê ambûlans û erebeyên agirkuj hat bihîstin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku berî demekê aliyên nenas taxên Şamê topbaran kirin, hemwextî wê rewşa tevlihevî û bêaramiyê li herêmên hikumeta veguhêz didome.

(mh/fr)