Mîhrîcana Orkêş di roja 2'yemîn de didome

Çalakiyên Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn li bajarê Hesekê bi amadebûna dehan hunermend, rewşenbîr, helbestvan di roja duyemîn de didomin.

9 kanûn, 2025   21:53
HESEKÊ

Li hola Serdem a bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê roja 2'yemîn a çalakiyên Mîhrîcana Orkêş bi amadebûna dehan hunermend, rewşenbîr, helbestvan û hezkiriyên hunerê dewam kirin.

Di roja 2'yemîn de her komeke muzîkê di 20 deqeyan de berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kirin. Di serî de koma Roj - Zaxo stranên ji Başûrê Kurdistanê pêşkêş kirin. Piştre koma Saya Nova - Ermen stranên Ermenî û koma Vejîn - Hîlala Zêrîn - Heleb bi rêya vîdyo stran pêşkêş kirin. Her wiha komên ji bajarên Reqa, Hesekê û Amûdê jî stranên xwe pêşkêş kirin.

Helbestvan-nivîskar Hekîm Sefqan bi rêya vîdyo lidarxistina mîhrîcanê pîroz kir, diyar kir ku hemwextî pêşketina teknolojiyê metirsî li ser muzîkê, bi taybetî muzîka Kurdî heye û got: "Lidaxistina wekî van mîhrîcanan gaveke hêjayî rêzgirtinê ye."

Piştre, hunermend Etab Ebû Seide ji Siwêdayê pîrozbahî ji mihrîcanê re şand, girîngî da xurtkirina têkiliyên çandî di navbera pêkhateyan de.

Çalakiyên mîhrîcanê sibe bi dawî dibin.

(mh/fr)

ANHA