‛Karker avakerên aboriya civakî ne’

Şêniyên bajarên Girkê Legê, Çilaxa û Dêrikê bi dirûşma "Bi banga Aştî û Civaka Demokratîk werin em bi hev re 1'ê Gulanê pîroz bikin" 1'ê Gulanê li gundê Siwêdikê pîroz kir û got ku karker avakerên aboriya civakî ne.

‛Karker avakerên aboriya civakî ne’
‛Karker avakerên aboriya civakî ne’
‛Karker avakerên aboriya civakî ne’
‛Karker avakerên aboriya civakî ne’
‛Karker avakerên aboriya civakî ne’
‛Karker avakerên aboriya civakî ne’
‛Karker avakerên aboriya civakî ne’
‛Karker avakerên aboriya civakî ne’
‛Karker avakerên aboriya civakî ne’
‛Karker avakerên aboriya civakî ne’
‛Karker avakerên aboriya civakî ne’
‛Karker avakerên aboriya civakî ne’
‛Karker avakerên aboriya civakî ne’
‛Karker avakerên aboriya civakî ne’
‛Karker avakerên aboriya civakî ne’
1 gulan, 2025   17:37
QAMIŞLO

Şêniyên bajarên Girkê Legê, Çilaxa û Dêrikê Cejna Karkeran a Cîhanê (1'ê Gulanê) li gundê Siwêdikê yê bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê pîroz kir.

Di pîrozbahiyê de hevserokê rêxistina Tevgera Civaka Demokratîl (TEV-DEM) Ebdulselam Mehmûd got ku Rêber Abdullah Ocalan temsîla sembola têkoşîn û rûmeta mirovî ya li hemberî zulm û zordariyê dike û got: "Karker avakerên aboriya civakî ne."

Cîgira hevseroketiya Meclisa Rêveber a kantona Cizîrê Hemrîn Elî jî diyar kir ku karker li gorî nirx û pîvanîn edalet û wekheviyê kar dikin û ew nûnertiya civaka azad dikin, ku armanca wan jî her tim xizmetî gel û welatan bikin.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Şerîf Derwêş 1'ê Gulanê li karkeran pîroz kir û got: "Karker ji bo avakirina welatekî azad û demokratîk tê dikoşin."

Di şahiyê de komên Cûdî, Elefteriya û Şehîdên Qereçox berhemên hunerî pêşkêş kirin. Her wiha hunermend Sumeye Mihemed, Tariq El Hisên, Hesen Dêrik, Waêl Haco û helbestvan Ferhad Merdê berhemên xwe pêşkêş kirin.

Şahî bi gerandina govendan bi dawî bû.

(mh/fr)

ANHA

Dêrik