PJAK: Êrişên rejîma Îranê yên li ser Rojhilat berdewam dikin

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi daxuyaniyekê aşkere kir ku rejîma Îranê êrişên xwe yên li ser Rojhilatê Kurdistanê didomîne û got “Topbaran û bombebaran li derdora Merîwanê didome”

PJAK: Êrişên rejîma Îranê yên li ser Rojhilat berdewam dikin
11 mijdar, 2026   11:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Êriş û sewqiyatên leşkerî yên rejîma Îranê ya ber bi Rojhilatê Kurdistanê ve didomin, îro danê sibehê Artêşa Pasdaran bi drone û hewanan sînorê gundên ser bi Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê ve bi dijwarî bombebaran û topbaran kir.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) der barê mijarê de daxuyanî da, ragihand ku derdora Merîwanê hedef hatiye girtin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li gorî agahiyên bi dest ketine, îro danê sibehê saet ji 07:00`an ve derdora Merîwanê, bi taybetî derdora gundê Henarşîxan û Gagalê, bênavber bi topbaran û bombebarana hêzên Pasdaran ên Îranê re rû bi rû dimînin. Di encama êrişan de baxçe û dar zirareke mezin dîtine. Li gor agahiyên bi dest ketine, dema nûçe hatiye amadekirin jî êriş bênavber dewam kirine.“