Pizîşkiyan li Bexdayê ye

Serokkomarê nû yê Îranê serdana xwe ya yekem a ji bo derveyî welat ji bo Iraqê pêk anî. Hate ragihandin ku Pizîşkiyan gihaştiye Bexdayê.

Pizîşkiyan li Bexdayê ye
11 îlon, 2024   09:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê nû yê Îranê Mesûd Pizîşkiyan serdana xwe ya yekem a ji bo derveyî welat ji bo Iraqê pêk anî.

Hate ragihandin ku serokkomarê Îranê di çarçoveya serdanên xwe ya ji bo derveyî welat de gihaştiye Bexdayê.

Serokkomarê Îranê û şandeya berfireh a siyasî û aborî ya li gel wî, li Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê ji aliyê serokwezîrê Iraqê û rayedarên payebilind ve bi merasîmeke fermî hatin pêşwazîkirin.

Ev serdan bi armanca kûrkirina hevkariyên stratejîk ên di navbera her du welatan de ye.

Hate diyarkirin ku tê payîn her du serok li ser mijarên wekî hevkariya enerjiyê, ewlehiya sînor û aramiya herêmê gotûbêj bikin. Her wiha hate ragihandin ku Pizîşkiyan dê bi hempîşeyê xwe yê Iraqê û rayedarên din ên payebilind re jî bicive.