Li Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê teqînek pêk hat

Duh êvarê li Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê teqînek çêbû.

Li Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê teqînek pêk hat
11 îlon, 2024   09:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Iraqê ragihand ku li Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê teqîn çêbû. Li gorî ajansê teqîn li beşa şêwirmendên Koalîsyona Navneteweyî pêk hatiye.

Serokê Şaneya Ragihandina Dezgeha Ewlehiyê ya Iraqê Tehsîn El Xefacî  got: "Sêşemê saet 23.00’an dengê teqînê di nava balafirgeha navneteweyî ya Bexdayê de hat bihîstin. Teqîn li beşa şêwirmendên Koalîsyona Navneteweyî pêk hat. Der barê teqînê, cure û sedemên wê, kesên li pey wê de heya niha agahî bi dest neketin. Aliyên têkildar ên ewlehî û îstîxbratê li ser mijarê lêkolînê dikin. Tevgera balafirên sivîl asayî ye û tu sefer ranewestiyane."

Ajansa Nûçeyan a Reutersê ku agahiyên xwe ji çavkaniyên ewlehiyê wergirtine, ragihand ku du moşek li nêzî hêzên DYA’yê yên li baregeha El Nesir a nêzî balafirgeha Bexdayê ketine. Li gorî çavkaniyên Reutersê zirarên canî nîn in, lê yên madî çêbûne.

Berdevkê komên çekdar ên Hizbullahê yên Iraqê Cafer El Huseynî jî bi daxuyaniyekê wiha got: "Armanckirina balafirgeha Bexdayê di vê demê de, bi destên gumanbar hat kirin. Armanca wê ew e ku serdana serokomarê Îranê ya bo Bexdayê asteng bike. Em bang li dezgehên ewlehiyê dikin ku kesên li pey vê êrişê aşkera bikin."