Pizişkiyan: Em amade ne tev li Hevpeymaniya Mekkeyê bibin

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan anî ziman ku welatê wê amade ye tev li Hevpeymaniya Mekkeyê bibe û di çareserkirina nakokiyên ligel Hûsiyan de bibe alîkar.

Pizişkiyan: Em amade ne tev li Hevpeymaniya Mekkeyê bibin
17 cotmeh, 2026   23:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan di hevpeyvînekê televîzyonî de got, welatê wê amade ye tev li Hevpeymaniya Mekkeyê bibe ku ji Erebistana Siûdî, Tirkiye û Pakistanê pêk tê. Pizişkiyan ev yek wekî gavekê ber bi xurtkirina yekitiyê navbera welatên Îslamê ve pênase kir û anî ziman ku welatên misilmanan hewcedarî helwesteke yekbûyî û dûrketina ji parçebûn û nakokiyan ne.

Serokkomarê Îranê destnîşan kir ku Erebistana Siûdî ku Mekke û Medîne El Minewerayê hembêz dike dikare roleke navendî di xurtkirina yekitiya îslamî de bilîze. Her wiha got, hevgirtina misilmanan dikare rê li ber kiryarên Îsraîlê yên li herêmê bigire.

Pizişkiyan bal kişand ser girîngiya diyalog û tevkariyê û îşaret pê kir ku divê nakokiyên etnîkî û neteweyî yên di navbera welatên misilmanan de ji holê werin ragirtin.

Têkildarî Hûsiyan jî Pizişkiyan got, welatê wê amade ye di çareserkirina nakokiyan de bibe alîkar û got, ew naxwaze çarçoveya wê fireh bibe, lê dikare di pêkanîna aştiyê di navbera aliyên têkildar de bibe alîkar.

(bb)